Hejmara nû ya Kovara Semah derket

Hejmara nû ya Kovara Semah derket

Hejmara nû ya kovara Semah a Îlon-Cotmehê derket. Kovara Semah a li Ewropa ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) tê derxistin, di hejmara 18. de çanda Elewîtiyê û wek civakbûna wê “Ocax” di qepaxa kovarê de cih digire.

Kovara ku pirsgirêkên Elewîtiyê bi rêya daneyên zanistî, agahî û belgeyan ronî dike, diyar dike ku Komar ji bo asîmîlasyona Elewîtiyê temam bike bi mudaxelyên ji derve û hundir saziyên Elewiyan ên pîroz ên wek Ocax, Pîr, Rehber, Meqamên Pîr, Malacem, Malaqadê, Dergeh aniye rewşeke ku nayên naskirin. Wateya wan berevajî kiriye û kiriye rewşeke ku bibe dijminê dîroka xwe. Lewma diyar dike ku jiyana ocaxan tê wateya jiyana dîrok û çandê û tê destnîşankirin ku ev hejmar ji ‘’Mirovatiyê re diyarî: Ocax”an re hatiye veqetandin.    

Kovara Semah di 13’ê Îlonê 22’emîn Festîvala Çanda Kurd a li Dusseldorf bê lidarxistin de wê di standa Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) de cih bigirin.