HDP li her deverê Anatolyaya Navîn xwe rêxistin dike

Rêxistina HDP’ê ya Konya li navçeya Ereglî hem avahiya rêxistina xwe vekir, hem jî buroya hilbijartinê vekir û dest bi xebatan kir.

Rêxistina HDP’ê ya Konya li navçeya Ereglî hem avahiya rêxistina xwe vekir, hem jî buroya hilbijartinê vekir û dest bi xebatan kir. Di vekirina buroyê de gel eleqeyeke mezin nîşan da. Hewldana êrîşa hin komên nîjadperst ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Konya li navçeya Ereglî ya Konya buroya hilbijartinê vekir. Gel eleqeyeke zêde nîşan da. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Konya, namzetên HDP’ê yên Konya û xwendekarên li zanîngehên Konya jî di nav de bi sedan kes tevlî vekirinê bûn.

Girseya di ketina bajêr de bi karwanekî ji sedan wesayîtan HDP’yî pêşwazî kirin, piştî tûra li navçeyê derbasî cihê vekirina buroyê bûn.  HDP’yiyên ji aliyê esnafên bajêr ve rastî eleqeyeke zêde hatin, cih bi cih bi hewldana êrîşên komên nîjadperest jî rû bi rû hatin. Tedbîrên ewlekariyê yên li navçeyê jî bal kişand. Yekemîn axaftina vekirinê ya buroya hilbijartinê ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Konya Nûrhal Erkal ve hat kirin. Erkal got ku HDP, partiya tevayî bindestan e, 7’ê Hezîranê wê ji Konyayê bibin lehî û biherikin meclîsê.

Namzetê HDP’ê yê Konya Kamuran Tekîn di axaftina xwe de diyar kir, gelên Tirkiyeyê heta dawiyê deriyê xwe ji partiya xwe re vekirine.”

Namzetê HDP’ê  yê Konya Battal Odabaşi jî got ku beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê dibe ku hikûmet provokasyonan bike û bûyerên li Giyadîn bibîr xist.

Piştî axaftinan avahiya navçeyê hat vekirin. Di dema vekirina avahiyê de hewldana êrîşê ya hin komên nîjadperest ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

...