HDP’ê der barê DAIŞ’ê de pirs ji AKP’ê kir

Parlamentera HDP’ê Beştaş, der barê Komkujiya Pirsûsê û DAIŞ’ê de pirs ji hikûmetê kir.

Parlamentera HDP’ê Beştaş, der barê Komkujiya Pirsûsê û DAIŞ’ê de pirs ji hikûmetê kir.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş der barê Komkujiya Pirsûsê û DAIŞ’ê de ji bo bersivê pirs ji Wezîrê Edaletê Kenan Îpek û Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozkturk kir.

Beştaş’a HDP’yî di pêşnûmepirsa xwe de ev pirs kir:

“Piştî ku Rêxistina terorê ya bi navê DAIŞ’ê û ket lîsteya rêxistinên terorîst  ji bo vê rêxistinê û çalakiyên vê çi tedbîr hatine girtin? Tevî van tedbîrên hatine girtin çawa dikare kuştina bi sedan kesan pêk bîne?

Çima tedbîrên ku hatine girtin têr nekirine?

Hejmara êrîşên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê li Tirkiyeyê  çend in? Li Tirkiyeyê kîjan êrîş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine pêkanîn? Di encama van êrîşan de çend kes mirine, çend kes jî birîndar bûne? Der barê êrîşên ku DAIŞ’ê pêk anîne çend kes hatine girtin? Lêpirsîna çendan temam bûye?

Der barê rêxistinbûna DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê çi xebatek we çêbûye?

Ji sala 2012’an ve ku ji Tirkiyeyê ji bo DAIŞ’ê gelek tevlîbûn çêdibin, li hemberî El Qaîde ya ku tevlî DAIŞ’ê bûne pêk anîne? Asta operasyonan çi ye? Çi dibe sedem ku tevlîbûna nav DAIŞ’ê nayê astengkirin?

Ji sala 2012’an ve ji Tirkiyeyê hejmara tevlîbûna nava DAIŞ’ê çend e? Tevlîbûn herî zêde ji kîjan bajaran çêbûye? Di tevlîbûnan de herî zêde kîjan sînor hatine bikaranîn? Sedemên bi awayek hêsanî pêkhatina tevlîbûnan çi ne?

Ti lêpirsînek îdarî ya der barê tevlîbûnên nava DAIŞ’ê de ya we meşandî heye?

Der barê amûrên rêxistinbûnê  (komele hwd…) û xebatên kampan ên DAIŞ’ê di nava sînorên Tirkiyeyê de çi cure xebat tê meşandin? Gelo hûn dikarin wan kampan û pêkhateyan  bişopînin? Ji bo astengkirina xebatên kamp û rêxistinkirina rêxistinê hûn çi xebatê dimeşînin? Hûn çi pêşîlêgirtinan digirin? Sedema kêmmayîna pêşîlêgirtinan çi ye?

Sedema bi awayek hêsanî derbaskirina sînorên Tirkiyeyê ji aliyê DAIŞ’ê ve çi ye? Tevî ku di hemû rapor, xebatên we de daneyên didin nîşandan  sînorên we têne bikaranîn, sedema we pêşî li derbaskirina sînoran negirtî çi ye?

Der barê êrîşa li Pirsûsê rû da sedema ti cure ewlehî nehatine girtin çi bûn?

Ev ciwan heya hatine Pirsûsê ji aliyê polîsan ve di gelek nuqteyên kontrolê re derbas bûn, sedema ku dema daxuyaniya çapemeniyê dihat dayîn ti polis li wê derê nebûn çi ye? Polîs û leşkerên ku tevlî daxuyanî û civînan dibin, çima tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya Pirsûsê nebûn, hûn vê yekê çawa dinirxînin? Dîsa polîsên ku di dema daxuyaniyê de ne amade bûn, lê piştre weke li Amedê di dema lanetkirina teqînê ji aliyê gel ve hatina wan a cihê bûyerê û êrîşa wan a li ser girseya gel a êrîş şermezar dikir hûn çawa dinirxînin?

Midûrê Polîsan ê Pirsûsê lêpirsîna GBT’ê ya ciwanên ku rastî êrîşê hatine kiriye yan na? Li Pirsûsê li cihê bûyerê heya dema daxuyanî hat dayîn û piştî wê jî polîsan bi kamerayê dîmen kişandine yan na? eger nehatibe kişandin sedem çi ye?

Bi taybet jî di nava salekê de tevî di weşanan de nûçeyên ku wê DAIŞ li Tirkiyeyê êrîşên bombeyî pêk bînin jî çima di êrîşa Pirsûsê de tedbîrên ewlekariyê yên kêm hatibûn girtin sedemên vê yekê çi ne?

Di rewşa niha de çi pêşîlêgirtinên li hemberî çalakiyekî muxtemel a DAIŞ pêk bîne hatine girtin? Çi cure tedbîr hatine girtin?