HDP: Destên xwe ji hêzên demokrasiyê bikişînin
HDP'ê bertek nîşanî operasyonên li hemberî hêzên demokrasiyê da.
HDP'ê bertek nîşanî operasyonên li hemberî hêzên demokrasiyê da.
HDP'ê bertek nîşanî operasyonên li hemberî hêzên demokrasiyê da û bi van gotinan bang li hiqûmeta demkî kir: "Destên xwe ji ser hêzên demokrasiyê bikşînin û kesên hatine binçavkirin yekser serbest berdin. Hûn nikarin Komkujiya Pirsûsê bi binçavkirin û girtinên derhiqûqî veşêrin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê operasyonên ku vê sibê bi navê DAIŞ'ê li hemberê hêzên demokrasiyê hatine destpêkirin de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniya ku bi navê Alîkara Hevseroka HDP'ê Meral Daniş Beştaş hate dayîn ji bo operasyonan ev nirxandin hate kirin: "Kesên ku her roj partiya me hedef nîşan didin, vê carê jî li 19 bajaran kesên welatparêz, şoreşger û demokratik hedef girtin û operasyonên binçavkirinê pêk anîn."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çiqas wek operasyona DAIŞ'ê were binavkirin jî di rastiya xwe de operasyon li hemberî HDP'ê û derdorên şoreşger û demokratîk hatiye kirin.
'KESÊN BINÇAVKIRÎ SERBEST BERDIN'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îktîdara siyasî ji bo berpirsyariya xwe ji ser milên xwe bavêje ev operasyon daye destpê kirin û ev bangawazî hate kirin: "Em bang li Hiqûmeta Demkî dikin ku destê xwe ji ser endamên partiya me û hêzên demokratîk bikşînin û yekser kesên hatine binçavkirin serbest berdin. Hûn nikarin Komkujiya Pirsûsê bi binçavkirin û girtinên derhiqûqî re veşêrin."