Hat xwestin ku ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ paşve bê kişandin

Bertekên li dijî "Pakêta ewlekariya Hundir" berdewam dikin.

Bertekên li dijî  "Pakêta ewlekariya Hundir"  berdewam dikin. Li Enqere, Îzmîr û Sêrtê di çalakiyan hatin lidarxistin de ji hikûmetê re hişyariya, "Wê bi zagonê mirin zêde bibin û şîdeta dewletê zêde bibe" hate kirin û hat xwestin demildest pakêtt paşve bê kişandin.

SÊRT

Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê û TUHAD-DER'a Sêrtê bi armanca şermezarkirina "Pakêta Ewlekariyê" li ber Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Zana Aksû, endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Vetha Aydin, Serokê TUHAD-DER'a yê Sêrtê A. Hekîm Ekîncî, rêveberên HDP, DBP û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila girtîgeh venegerin malên tecrîd û îşkenceyan-ji paketa ewlekariyê re na" hate vekirin. Li ser navê girseyê Serokê TUHAD-DER'a Sêrtê A. Hekîm Ekîncî axivî û diyar kir ku bi pakêtê wê hemû civak bê krîmînalîzekirin.

Ekîncî anî ziman ku heke pakêt bê erêkirin wê girtîgeh vegerin "malên îşkenceyê" û wiha got: "Hevdîtinên girtiyan wê bên qeydkirin. Wê mafên ferdî hemû bên binpêkirin." Ekîncî xwest ku paket demildest paşve bê vekişandin."

ENQERE

2'yemîn Şaxa BES'ê ya Enqere jî bi heman armancê li ber Peykerê Ulus daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa BES'ê Mevlût Çakmak diyar kir ku dema zagon li meclîsê dihate nirxandin parlamenterên AKP'ê bi çekûç, îskan û pehînan êrîş kirin. Çakmak anî ziman ku provaya zagonê li meclîsê ji aliyê wekîlên AKP'ê ve pêk hat. Çakmak da zanîn pêşnûme bi ferman û agahiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hate amadekirin û bi pakêtê dewleta polîsan tê sazkirin. Çakmak bilêv kir ku pêkanînên rewşa awarte û OHAL'ê berdewam dikin. Çakmak, bilêv kir ku bi zagonê ji polîsan re peywira çekan bikar bîne dide û wiha got: "Weke cînayetên Berkîn Elvan, Abdullah Çomert û Alî Îsmaîl Korkmaz wê polîs gelek cînayetên din bikin.

Çakmak destnîşan kir ku pêşnûme li dijî destûra bingehîn û biryarên DMME ye û wiha bang li hikûmetê kir: "Divê zagona hemû mafên bingehîn û azadiyan ji holê radike demildest paşve bên kişandin."

ÎZMÎR

Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber Sumerbanka kevin a Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê yên Îzmîrê û navçeyan jî piştgirî dan çalakiyê. Jinên tevlî daxuyaniyê bûn bi tulbentan rûyê xwe girtin. Li ser navê dayikan endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Hanîfe Dîller daxuyanî xwend. Dîller diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo otorîteya xwe bihêz bike zagonên wisa yên xizmetê aştî, azad û wekheviyê nake derdixe. Dîller xwest ku demildest zagon paşve bê kişandin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.