Gerîla xwediyê hunera azad e
Gerîla xwediyê hunera azad e
Gerîla xwediyê hunera azad e
Gerîla Sîpan Xelat diyar dike ku gerîlayên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi her awayî şoreş pêk anîne û got, "Gerîla bi tenê bi têkoşîna çekdarî şoreşê nake. Mîna kevneşopiya hunera azad, bi her awayî ve şoreşê pêk tîne."
Sîpan Xelat ê li Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê hat dinyayê, di temenê xwe yê ciwanê de li Helebê di nava komên çand-hunerê de cih girt. Di sala 1995'an de dîmenên gerîla yên di Med TV de hatin weşandin bandor li Xelat kir û xwest hunera xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya kurd de bi pêş bixîne. Bi vê armancê di sala 2001'ê de beşdarî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû.
ZÊDEYÎ 20 BESTEYÊN MIN HENE
Xelat tîne ziman ku stran û kilamên ew dixwînin ji aliyê wî ve hatine nivîsandin û amadekirin û dibêje; "Ez bixwe besteyên hemû stran û kilamên dibêjim, dinivîsînim. Zêdeyî 20 besteyên min hene. Min besteya xwe ya yekemîn jî li ser hevalê Zerdeşt ê di sala 2006'an de şehîd ket, kir. Yekemîn besteya min a bi klîb jî besteya 'Berf Hatiye Rê Girtiye' ya sala 2007'an a li ser hevala Viyan Soran e. Klîba vê besteya min jî hevalê Halîl Dag çê kir. Bi vê wesîleyê hevalê Halîl Dag bibîr tînim."
‘HUNER CIVAKÊ NÎŞAN DIDE’
Xelat ragihand ku yek ji hêmanên civakê diafirîne çand û hunere û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çand û huner yek ji hêmanên bingehîn ên afirandina civakê ne. Ji bo civakê xwedî wateyeke kûr e. Li gel vê, her civak bi çanda xwe tê nasîn. Yanî çand û huner civakên îşan didin. Civakek beriya her tiştî bi ziman û cografyaya xwe tê naskirin. Dûre jî bi çand û hunera xwe tê nasîn. Civakeke ji çand, huner û ziman bêpar maye, dê ji holê rabe."
‘EW ŞOPDARÊN HEVNEŞOPIYA HUNERA AZAD BÛN’
Xelat da zanîn ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de hevneşopiya hunera azad bi "Têkoşîna Azadiyê" re bi pêş ket û der heqê hunera gerîla de ev tişt got: "Eger em îro qala hunera azad dikin, ev bi saya hevalên di vê oxirê de şehîd ketine ye. Ji ber ku wan hem têkoşîna azadiyê meşandin, hem jî kevneşopiya hunera azad dewam kirin. Di vê rê de gelek hevalên me şehîd ketin. Şehîd Sefkan, Hogir, Mizgîn, Sîpan, Argeş, Hozan Serhat û herî dawî hevala me Delîla di têkoşîna Azadiyê de şehîd ketin. Van hevalan li çiyayên azad weke gerîla têkoşîna azadiyê meşand, lê li gel wê bûn şopdarên kevneşopiya hunera azad. Gelek tişt bi têkoşîna azadiyê dan qezençkirin. Têkoşîna xwe, lehengî û hevalên xwe yên şehîd ketin, bi hunera xwe vegotin. Bi kurtasî hunera xwe bi Têkoşîna Azadiyê re kirin yek. Em jî weke şopdarên rêya van hevalan hewl idin îro hunera azad bi pêş bixînin. Li gel vê her gerîla di heman demê de hunermendeke. Ji ber ku tiştên di jiyanê de dibîne, dijî, dibihîze di gotin û jiyana xwe de didin jiyîn, her yek hunermendeke. Ji ber vê yekê hevalên di Têkoşîna Azadiyê de têdikoşin, hunereke mezin dikin."
‘EM JIYANA XWE BI HUNERÊ RE RADIGIHÎNIN’
Xelat diyar kir ku ew stranên ji bo gerîla û civakê dinivîsîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gerîla carna em bi hevalan re agir vêdixin. Li dora agir kom dibin, hin ji me distirên, hin helbestan dibêjin, hin heval jî behsa bîranînên xwe dikin. Li gel vê ez stranên xwe di rojên taybet ên gerîla û têkoşînê de di aktîvîteyên moralê de distirêm. Beriya her tiştî weke gerîlayekî di nava têkoşînê de cihê xwe digirim. Li gel vê bi hunera xwe re lehengiyên hevalên xwe yên şehîd, jiyana wan a destanî, bîranînên wan vedibêjim. Bi stranên xwe ez behsa wan û jiyana wan dikim. Ez dixwazim wan bi vî rengî bidim jiyîn. Tevî vê stranên min ên li ser xwezayê jî hene. Ji ber cihê mirov lê dijî, bandorê li jiyan û xebata wî-ê dike. Lewma ez bedewiya xwezayê jî di stranên xwe de vedibêjim. Her wiha li ser xwediyê vê têkoşînê Rêberê me jî stranên min hene. Piştî ku Rêbertî bi komploya 15'ê Sibatê re radestî dewleta Tirk hat kirin, di dilê me de birînek vebû. Em vê êşa xwe, bi hunera xwe re tînin ziman. Yanî, nêrîn û hestên me bandorê li hunera me dikin."
‘SÎSTEM CIVAKÊ PARÇE DIKE’
Xelat balê dikşîne ser sîstema kapîtalîst ku çand û hunera civakê parçe kiriye û got, "Di sîstema kapîtalîst de nirx, çand, huner û exlaqa civakê hatine parçekirin. Sîstem civakê dejenere û qir dike. Her wiha têgihiştina hunerê ya sîstemê cuda ye. Têgihiştineke hunerê ya nirxên civakê pûç dike, di nava sîstemê de serdest e. Yanî huner tê metakirin. Bi feraseta qezenç û pere dibe yek. Li hemberî vê têgihiştina me ya hunerê xwe dipêre çand û exlaqa civakê, têgihiştineke ji cewhera civakê ye û civakîbûnê vedibêje. Li gorî hişmendiya me huner ji destê elîta desthilatdariyê tê derxistin û radestî civakê tê kirin."
‘HUNER BASKEKÎ ŞOREŞÊ YE’
Xelat da xuyakirin ku di nava tevgerê şoreşê de huner xwedî cihekî girîng e û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Di tevahiya tevgerên şoreşê de huner weke baskekî şoreşê tevdigere. Rola hunerê ya ku têkoşîna tê jiyîn ji cîhanê re vedibêje û ji nifşên pêşerojê re radigihîne, mezin e. Wek jî weke têkoşerên Têkoşîna Azadiyê hewl didin hunerê veguherînin hunera şoreşger. Ez jî vê yekê, hewl didin bi şoreşa hunerê re bikim yek û şoreşa hunerê biafirînim."