BI DÎMEN

Gerîla Dîrok Sêrt: Hevrê Axîn şervana azadiyê bû

Gerîla Dîrok Sêrt, têkoşîn û sekna hevrêya xwe ya şehîd Axîn Mûş vegot û got: “Hevrê Axîn şervanekî azadiyê bû. Hemû hewldana wê ew bû ku Rêber Apo rast fêm bike.”

AXÎN MÛŞ

Jina şoreşger Axîn Gabar di sala 1979’an de li Qibrisê jidayik dibe. Lê, eslê xwe ji navçeya Kopê ya Mûşê ye. Di sala 1997’an de li Ewropa tevlê PKK’ê dibe. Di sala 2000’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di salên xwe yên têkoşînê de li gelek qadan gerîlatiyê dike. Fermandara Konseya Leşkerî ya YJA Star û endama Meclîsa PAJK’ê Axîn Gabar di 17’ê Îlona 2023’yan de li qada Amêdê di encama pevçûneke dijwar de bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Gerîla Dîrok Sêrt, di salvegera şehadeta hevrêya xwe Axîn Mûş de li ser têkoşîn û kesayetiya wê axivî û got: “Têkoşînek pir bi hêz bi xwe re dida meşandin, bi taybetî jî tevahî hewldanên wê ji bo rast fêmkirina Rêber Apo bû.”

Gerîla Dîrok, jina şoreşger Axîn Gabar di sala 2001’an de li Qendîlê nas dike û demên dirêj bi hev re dimînin. Gerîla Dîrok, wiha qala jina şoreşger dike; “Hevrê Axîn bi xwe ji Kopê ye. Ji ber bapirê hevrê Axîn di şerê Qibrisê de gazî bûbû, lewre êdi li Qibrisê diman. Hevrê Axîn jî li wir jidayik dibe û mezin dibe. Her çiqasî ji welat, ji çand û zimanê xwe dûr mezin bû jî xwedî cewherek bû. Min di sala 2001’an de li qada Qendîlê hevrê Axîn naskir. Hevrê Axîn xwedî seknekê xweser bû, bala mirovan dikşand. Aliyên wê yê civakbûyînê pêş de bû. Pêşketinên kesayetî di hevrê Axîn de zû pêş diket, ji guhertin û veguhertinê re gelek vekirîbû. Gelek dilnizimî bû, mirov di cewherê wê de didît ku qet ji koka xwe qut nebûbû.”

HEVRÊTÎ

Gerîla Dîrok dibêje, jina şoreşger Axîn Gabar xwedî seknek taybet bû, gelek dilnizim bû û wiha pê de çû: “Hevrê Axîn ji bo guhertin û pêşketinên hevrêyên xwe di nava hewldanên mezin de bû. Ji hevrêtiyê gelek hez dikir û bi hevrêtiyê re gelek girêdayî bû. Her tim di nava lêgerînê de bû, têkoşîn û azadiya jinê bawer dikir û dixwest xwe bigihîne azadiyê.”

‘LINGÊ BINGEHÎN Ê PARADÎGMAYA RÊBER APO AZADIYA JINÊ YE’

Dîrok Sêrt diyar kir ku fermandar û jina şoreşger Axîn Gabar di hêla xwe naskirinê de têkoşînek mezin meşand û wiha domand:“Têkoşînek pir bi hêz bi xwe re dida meşandin, bi taybetî jî tevahî hewldanên wê ji bo rast fêmkirina Rêber Apo bû. Ji bo ku paradîgmaya Rêber Apo baş fêm bike carna heya derengiya şevê dixwend û lêkolîn dikir. Da ku rast bijî û têbikoşe. Digot; ‘Yek ji lingê esasî yê paradîgmaya Rêber Apo azadiya jinê ye. Ger ku ez vê yekê fêm nekim û dernexim zanabûyînê ez ê nikaribim rast têbikoşîm û şoreşgertiyek rast jî bijim’. Tevahî hewldanên wê ew bû ku xwe di birdoziya rizgariya jinê de ava bike. Digot; 'Ji bo ez bikarim hemcinsê xwe nas bikim, fêm bikim pêwîste xwe di birdoziya jinê de kûr bikim û ava bikim’.  Di van mijaran de lêgerînên wê di asta herî jor de bû.”

‘HEVRÊYEK MÎNAK BÛ’

Dîrok Sêrt destnîşan kir ku têkoşîna wê her tim bi awayekê rêxistinkirî û birdozî bû û wiha got: “Li hember şaşitiyan xwedî helwest bû, rexne dikir û heman demê de jî hêz dida. Ji bo pêşketina xwe û hevrêyên xwe jî gelek baldar bû. Dema ku biçûya Amade jî gelek plan û projeyên wê hebû. Hevrêyek di her aliyên xwe de mînak bû.”