Festîval bi bernameya xwe ya dewlemend li benda deh hezaran e
Festîval bi bernameya xwe ya dewlemend li benda deh hezaran e
Festîval bi bernameya xwe ya dewlemend li benda deh hezaran e
21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di dawiya vê hefteyê de li bajarê Dortmûndê bê lidarxistin, bi bernameya xwe ya dewlemend a çandê li benda bi deh hezaran e. Tevî koroyên ji hunermendên zarok, ciwan, jin, koroyek bi zaravayê Kirmanckî distirê derkeve ser dikê. Komên govendê jî wê îsal bi formateke cuda derkeve pêşberî beşdaran.
21. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê di 21'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dortmûndê bê lidarxistin û diyarî sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û bexwedêrên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.
Tevî gelek kesayetên girîng ên ji saziyên Kurdistan û Ewropayê, festîval xwedî bernameyeke dewlemend a çandê ye.
KOROYÊN HUNERMENDÊN CIWAN Û ZAROK, KOMÊN HERÎ RENGÎN IN
Koroya Zarokên Aram Tîgran a ji 80 zarokan pêk tê û di binê sîwana Meclîsa Çand û Hunerê ya li Bakurê Elmanyayê xebatên xwe dimeşîne û Koroya Dengê Ciwanan a ji hunermendên ciwan, ji komên herî rengîn ên bernameya çandê ne.
Koroya Dengê Ciwanan dê bi repertûara xwe ya ji stranên berxwedanê derkeve ser dikê.
Koma Berxwedan jî wê bi ezmûna xwe ya salan, bi stranên berxwedanê derkevin pêşberî temaşevan û guhdarvanan.
JI HUNERMENDÊN JIN PERFORMANSEKE CUDA
Hunermendên jin jî dê performanseke cuda nîşan bidin. Hunermendên jin dê bi Koroya Jinên Mezopotamya derkevin ser dikê.
‘KILAMÊ MA’ WÊ BI KIRMANCKÎ BISTIRÊ
Ji bo heskiriyên stranên Kirmanckî-Zazakî jî, dê koroya Kilamê Ma derkeve ser dikê.
Di koroya Kilamê Ma de wê hunermendên navndar stranên ji Dêrsim, Gimgim û Amedê stranên Kirmanckî bêje.
KLASÎKA FESTÎVALÊ DÎWANA DENGBÊJAN
Mîna her festîvalê, wê di festîvala îsal de jî dengbêj li binê konekî cuda de li hev kom bibin. Li Dîwana Dengbêjan wê bi pêşengiya Şemdîn, Derwêşê Serhedê û Marûf klam werin gotin.
TEVAHIYA KOMÊN GOVENDÊ YÊN LI EWROPAYÊ DÊ LI QADA FESTÎVALÊ GOVENDÊ BIGERÎNIN
Komên govendê jî wê îsal bi navê Govenda Hezaran, bi formateke cuda dakevin qada festîvalê.
Tevahiya komên govendê yên li Ewropayê dê li qada festîvalê bin. Lê belê vê carê wê dernekevin ser dikê, dê têkevin nava gel.
Tê payîn bi dahol û zirneyê tevahiya beşdarên festîvalê tev li govendê bibin. Eger ev pêk were, tê payîn bibe namzetê ketina Pirtûka Rekoran a Guinnesê.
JI TIRKIYÊ HUNERMENDÊN TÊN HEZKIRIN
Ji Tirkiyê jî dê komek beşdarî festîvalê bibe. Koma Abdal-Haluk Tolga Îlhan a ji aliye ciwanan ve bi baldarî lê tê guhdarîkirin, mêvanê festîvala îsal e.
Her weha Serhado jî ku ev demeke dirêje li Ewropayê nayê dîtin, dê derkeve pêşberî ciwanan.