Ferhat Tûnç 30 saliya hunera xwe bi konserê pîroz kir

Ferhat Tûnç 30 saliya hunera xwe bi konserê pîroz kir

Hunermend Ferhat Tûnç 30 saliya hunera xwe bi konserekê li Îzmîrê pîroz kir.

Pêşkêşiya konsera li Şanoya Servekirî ya Fûara Îzmîrê ji aliyê Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hat kirin. Tevî Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê bi hezaran kes beşdar bûn.

Konsera ku tê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin, bi dokûmantera li ser jiyana Ferhat Tûnç a bi navê "Dîrok baş li me miqate nebû" destpê kir. Dûre Sirri Sureyya Onder axivî û bal kişand ser dokûmantera li ser jiyana Tûnç û gto, "Me li xebatete girîng a behsa salên hunerê yên Ferhat dike, temaşe kirin. Ev yek di heman demê de dîroka zilma welatekî ye. Di şert û mercên asayî de diviyabû jiyana hunermendekî ne wiha bûya. Li vî welatî kîjan hunermendî-ê dengê xwe, tembûra xwe, gotinên xwe, keda xwe ji bo gel li dijî zilmê bilind kiriye, aqûbet bi vî rengî bûye. Gelo di vê rewşê de şaşitiyek nîne?"

Li dû Onder Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş peyivî û got, "Trajiyên mirovên bi rûmeta xwe têdikoşin û li cem gelê xwe cih digirin, diyar e. Ya ku bûyer para hunermendên li cem gel cih girtine, berdêlên giran e. Ahmet Kaya, Ferhat Tûnç û Yilmaz Guney tenê çend ji van e." Li dû axaftinan Demîrtaş û Onder bi Tûnç re "Strana Dêrsimê" gotin û li pêwendiyeke mezin a beşdaran rast hatin.

Piştî axaftinan konser bi stranên Ferhat Tûnç bi dawî bû.