FEDA : Werin dostno em bibin yek, li hember zaliman rawestin

Di daxuyaniya FEDA’yê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de wiha hat gotin “Werin dostno em bibin yek, em li hember zalim û minafiqan bisekinin! Xizir tim li cem gelê mazlûm bû û wê li cem wan be."

Di daxuyaniya FEDA’yê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê de wiha hat gotin, “Werin dostno em bibin yek, li hember zalim û minafiqan bisekinin! Xizir tim li cem gelê mazlûm bû û wê li cem wan be.

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) di daxuyaniya nivîskî de da diyarkirin ku AKP’ê tola 7’ê Hezîranê ji Kobanê rakir. FEDA’yê anî ziman ku rûpelên dîroka mirovahiyê ji bûyerên bi xwîn ên Rojhilata Navîn re tijî ye û got: "AKP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîran’ê de ji aliyê Kurdan û gelên bindest ve hat têkbirin, AKP jî ji bo tola vê rake hewl daye tola xwe bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ)’a bi salan e xwedî dike êrîşê gelê sîvîl ên li girava azadiyê Kobanê bike, rake. Ev êrîşa hovane û nemerdî ya li ser gelê bêguneh û sîvîl hat kirin bi tundî şermezar dikin, em tetîkkêş û yên wan bikar tîne hewaleyî Xwedayê ew jê bawer dikin (di rastiyê de ew bi xwe jî jê bawer nakin) dikin. Lanet li kesên weke we dijminê mirovahiyê, firewnan be, lanet be ji Karûnên wekî we re be."

Her wiha FEDA’yê da diyarkirin ku wê rojeke ev sînorên sûnî yên di sala 1918’an de bi rastkêşan hatine xêzkirin bêne rakirin, wê Xweda li rex gelê mafdar û mazlûm be, di berdewamiya axaftinê de ev xisûs hatin diyarkirin:

“Di serî de banga me ji bo hemû sazî û rêxistinên Elewiyan, pîrên me, rêberên me, pîrêpîranên me, talibên me, xizm û nasên me, dost û kirîvên me re ev e ku; li hemberî projeya nifşê kesk ê paşverû û selefî ya ku tê xwestin li herêmê bê avakirin, pêwîst e di hemû qadan de em li hemberî wan hêza xwe bikin yek!  Werin dostno em bibin yek, li hemberî minafiq û zaliman bisekinin! Xizir tim li cem gelê mazlûm sekiniye û wê bisekine jî!”