‘Ez Firiyam Tu Mayî li Cih’ li benda piştgiriyê ye
‘Ez Firiyam Tu Mayî li Cih’ li benda piştgiriyê ye
‘Ez Firiyam Tu Mayî li Cih’ li benda piştgiriyê ye
Filma ‘Ez Firiyam Tu li Cih Mayî’ jî kete nava kampanyayên piştgiriyê yên ku çêkerên filman ên serbixwe dane destpêkirin. Ji bo belavkirina filma ku Mizgîn Mujde Arslan derhêneriya wê dike û herî dawî xelata Baştirî Film a SIYAD’ê wergirt, li ser îndîegogoyê kampanya hate destpêkirin.
Yekemîn filma bi metraja dirêj a derhênera Kurd Mizgîn Mujde Arslan a “Ez Firiyam Tu Mayi li Cih” ku pênaseya “Çîrokek a rûbirûbûn û aşitiyê vedibêje” xelat wergirt û di sektora sînemayê de ji bo bikare bidomîne li benda piştgiriya sînemahezan e. Belavkariya film bêyi ku tu alîkarî ji tu saziyan werbigire pêk hat û lewma bi tengasiyan re rû bi rû ma. Ji bo piştgiriyê serî li rêbaza serlêdana sînamevanên serbixwe da û li ser malpera înternetê ya indiegogo dest bi kampanyayê kir.
Derhêner Arslan têkildarê kampanyayê daxuyaniyek da ajansa me û got: “Ez dixwazim ku mirov piştgiriyê bidin vê filmê, li hemberî wê xwe berpirs bibînin û weke parçeyek xwe bibînin. Di ruhê sînemaya serbixwe de piştevanî heye. Her alîkariye aborî an jî manewî me bi hêz dike û gelek bi wate ye."
Sînemahez dikarin bikevin malperê û desteka aborî an jî manewî bidin vê filmê. Kesên ku bikevin malperê û destekê bidin film, dê bikarin DVDyên bi îmze yên fil webigirin.
BERIYA HER KESÊ DOZGERÊ DOZA KCK’Ê TEMAŞE KIR!
Derhênera filma “Ez Firiyam Tu Mayî li Cih’ Mizgîn Mujde Arslan li pey şopa bavê xwe yê ku tevlî nava refên gerîlayan bû di şer de jiyana xwe ji dest da, pêşî diçe Mêrdînê ku zarokatiya wê li wir bû û paşê diçe Kampa Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê. Derhênera Kurd bêyi ku tu alîkariyê ji tu saziyan werbigire ev film di encama şert û mercên dijwar ên sê salan de çêkir. Mizgîn Mujde Arslan tevî kamermanê xwe Ozay Şahîn sala par di çarçoveya operasyonên “Çapemeniya KCK’ê” de hatin binçavkirin.
Beriya promiyeriya film, dozgerê doza KCK’ê temaşeyê filmê kir. Belgefilm tevlî gelek mihrîcanan bû û di Mihrîcana Filmên Navneteweyî ya Amedê de Xeleta Baştirîn Belgefilmê wergirt, di Mihrîcana Kurtefilman a Bostonê û Pêşbaziya Belgewariyan mansiyon û di Mihrîcana Filman a Gola Wanê de jî xeleta taybet a juriyê wergirt. Herî dawî di SIYAD’ê de xelata Baştirîn Belgewariya sala 2012 wergirt.
Kesên dixwazin piştgiriyê bidin film, dikarin serdana malpera li jê bikin:
http://www.indiegogo.com/projects/285636