Eyşe Şan dê were bîranîn

Eyşe Şan dê were bîranîn

Yek ji dengên efsanewî yên muzîka Kurd Eyşe Şan, di salvegera wefata xwe de di serî de li Mêrdîn û Amedê wê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi çalakiyan were bîranîn.

Yek ji dengên jinê yên efsanewî ya Kurd Eyşe Şan ku di heman demê de yek ji hunermendên destpêkê yên jin ên Kurd e, dê li Mêrdîn, Amed û gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi çalakiyan were bîranîn.

Navenda Çandê ya Mîtannî ku di bin sîwanê Muduriyeta Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Nisêbînê dixebite, bi wesîleya salvegera wefata Eyşe Şan wê li Salona Pêşandanê ya Sarya saet di 19:00 de bernameyeke bîranînê organîze bike.

Di bîranînê de wê li ser jiyana Eyşe Şan sînevîzyon were nîşandan û muzîk bê pêşkêşkirin.

Tevî Nisêbîn û Amedê, dê li gelek bajarên Kurdistanê bîranîn werin lidarxistin.