ESP'yiyan çalakî li dar xistin
Zilamên ESP'yî, piştî qetilkirina Ozgecan bang li raya giştî ya zilaman kirin: Em zilam divê bi rastiya ku em cinsekî serwer in re rû bi rû werin.
Zilamên ESP'yî, piştî qetilkirina Ozgecan bang li raya giştî ya zilaman kirin: Em zilam divê bi rastiya ku em cinsekî serwer in re rû bi rû werin.
Zilamên ESP'yî, piştî qetilkirina Ozgecan bang li raya giştî ya zilaman kirin: Em zilam divê bi rastiya ku em cinsekî serwer in re rû bi rû werin. Divê em li hember şidet û cinayetên li dijî jinan bi xwe re û cinsê re li her qada jiyana xwe rû bi rû werin.
Endamên zilam ên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)’ê, bi armanca bûyera Ozgecan Aslan a rastî tecawizê hat, hat qetilkirin û şewitandin şermezar bikin çalakî li dar xistin.
Zilamên ESP’yî yên bang li "raya giştî ya zilaman” kirin, pankart û dowîzên, “Zilamtî Ozgecanan qetil dike, Eger zilamtî ev be em ne zilam in” vekirin.
Alî Sonmez Kayar ê daxuyanî da got ku her roj 5 jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin û wiha axivî, "Hovîtî û qirkirineke jinê rû dide. Bi bêdengiya li hember vê qirkirina cinsê jinan a ji aliyê zilaman ve pêk tê, em dibin hevparê şidet û qetilkirinên li hember jinan.”
Kayar anî ziman ku ji bo jiholêrakirina şideta li hember jinê pêwîst e zilam jî bikevin nav tevgerê û wiha hat got, “Em zilam divê bi rastiya ku em cinsekî serwer in re rû bi rû werin. Divê em li hember şidet û cinayetên li dijî jinan bi xwe re û cinsê re li her qada jiyana xwe rû bi rû werin.”
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.