Êrîşa li hember xebatkarên tenduristiyê li Amedê hat şermezarkirin

Li Amedê SES û Saglik-Sen, êrîşa ku xizmên nexweşan li hember hemşîreyekê û du memûrên tenduristiyê pêk anîn şermezar kirin.

Li Amedê SES û Saglik-Sen, êrîşa ku xizmên nexweşan li hember hemşîreyekê û du memûrên tenduristiyê pêk anîn şermezar kirin.

SES û Saglik- Sen li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcle êrîşa li hember xebatkarên tenduristiyê şermezar kirin.

Omer Kaplan ê yek ji kesên ku rastî êrîşê hat got ku bi salan e, di bin navê projeya veguhertina tenduristiyê ji xebatkarên tenduristiyê û gel re çîrokan dibêjin û got, "Me xwest em şaş derkevin, lê belê tiştên ku roj bi roj pêk tên me mafdar derdixe. Dema em li tiştên pêk tên dinêrin, em dibêjin êdî ev çîrok bi dawî bûye.”

Kaplan herî dawî got, “Her cure êrîş û tacîza li hember xebatkarên tenduristiyê hat rewakirin.”