Enstîtuya Kurd li Hagenê bawername da 7 şagirtan

Enstîtuya Kurd li Hagenê bawername da 7 şagirtan

Enstîtuya Kurd a Hagenê bi armanca dagirtina hîndekariyê ya di warê zimanê Kurdî de kûrsek lidar xist û bawername li 7 şagirtan belav kir.

Estîtuya Kurd a Hagenê di çarçoveya projeya "Hîn bibe-Hîn bike" de bi hevkariya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK)'ê li avahiya xwe kûrsek lidar xist.

Kûrsa ku ji aliyê Serokê Enstîtuya Kurd a Hagenê mamoste Fevzî Ozmen ve hat dayîn, di navbera 19-29'ê Kanûnê de pêk hat.

Ji bajarên Almanya Bochûm, Gelsenkîrchen, Dortmûnd, Wûppertal û Kolnê 9 kes beşdarî kûrsê bûn û ji bo bawernameyê bistînin perwerde dîtin.

Di ecnama ezmûna nivîskî de 7 beşdarên kûrsê bi ser ketin û mafê bawernameyên nû bi dest xistin.

Mamoste Fevzî Ozmen di dawiya kûrsê de ragihand ku ji bo perwerdeya hîndekaran û berendamên mamostetiyê, dê xebatên wan ên bi vî rengî dewam bikin. Mamoste Ozmen ji bo kesên dixwazin di hînkirina zimanê Kurdî de bixebitin xwest serî li rêveberiya Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê ya li Almanyayê bidin.