'Em bi hev re Kobanêya nû ava bikin'

Seroka Konseya Rêveberiya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa ku tevî Alîkarê Serokê Kobanê Xalid Berkel tevlî 2’yemîn konferansa Derya Spî ya li Stenbolê pêk hat bûn û xwest ku her kes li gorî hêza xwe tevlî ji nû ve avakirina Kobanê bibe

Seroka Konseya Rêveberiya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa ku tevî Alîkarê Serokê Kobanê Xalid Berkel tevlî 2’yemîn Konferansa Derya Spî ya li Stenbolê pêk hat bûn û xwest ku her kes li gorî hêza xwe tevlî ji nû ve avakirina Kobanê bibe. Mustefa got: “Ev wezîfeya mirovahiyê ye. Em Kobanêyeke hêjayî mirovahiyê ava bikin.”

Di Konferansa 2’yemîn a Derya Spî ya ku ji aliyê Partiya Çep a Ewropayê ve hate lidarxistin de Kantonên Rojava hatin gotûbêjkirin. Serokwezîra Kantona Efrînê Hêvî Mustefa û Alîkarê Seroka Kobanê Xalid Berkel tevlî konferansê bûn.

'JIN JI BO PÊŞENGIYA ŞOREŞÊ AMADE BÛN'

Hêvî Mistefa da zanîn ku tevgerên muxalîf ên li Sûriyeyê di demeke kin de veguherîne şerê birakujiyê û got: ''Em Kurdên Rojava me rêya 3’yemîn hilbijart. Me rejîma Baas derxist û me sîstema xwe ava kir. '' Mistefa destnîşan kir ku sîstema wan ku ava kirine her tim bi êrîşan re rû bi rû ye û got: “Bingeha vê pêkhateya me neteweya demokratîk e.'' Mustefa destnîşan kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye' û wiha domand: ''Em hema tenê tevlî şoreşê bûn. Jinên Kurd mînakan ji şoreşên cîhanê girtin. Jinên Kurd bi salan e li Rojava xebatên xwe dimeşînin. Em ji bo pêşengiya şoreşê amade bûn.''

Mistefa bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: ''DAIŞ hemû mirovahiyê tehdît dike. Kobanê li ser navê cîhanê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dide. Ji ber vê jî divê hemû kes destekê bide berxwedana Kobanê. Em tenê dikarin bi vî awayî terora DAIŞ’ê tine bikin. Em ne tenê şer dikin, di heman demê de li dijî terora DAIŞ’ê jiyaneke nû ava dikin. ''

Mistefa da zanîn ku mal û akademiyên jinan tên rêxistinkirin û wiha domand: ''Jin di qadên parastin, dad û hemû qadan de cihê xwe digirin” û ev bang li jinên cîhanê kir: ''Alîkariya xwe ya ji bo jinên Rojava û Şengalê bdiomînin. ''

'EM DIXWAZIN CÎRAN BIN'

Mistefa bang li gelê Tirk kir û got: ''Em dixwazin sîstema xweseriya demokratîk ava bikin û têkiliyeke baş a cîrantiyê pêş bixin. Em destekê dixwazin. Em bi hev re xeteriya DAIŞ’ê ji holê rakin.

Alîkarê Seroka Kobanê Xalid Berkel Sarya Bultu, Kader Ortakaya, Suphî Nejat Agirsanli û Arîn Mîrxan ên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: ''Ev konferans di dema pêvajoya guhertina Rojava de pêk tê. Ji ber wê jî gelekî girîng e. ''

'GELÊ KURD DIYAR KIR KU EW KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN'

Berkel bal kişand ser êrîşên li ser Kantona Kobanê û got: ''Ne tenê Kobanê, li dijî hemû herêmên Rojava êrîşê pêk hatin''. Berkel bibîr xist ku ev 5 meh in Kobanê bi şerekî dijwar re rû bi rû ye û wiha axivî: ''Xwestin bi xistina Kobanê vîna gelê Kurd bişkînin. Lê bi ser neketin. Kobanê neket. Gelê Kurd nîşan da ku ew ê êdî koletiyê qebûl nekin. ''

Berkel ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir.

'DIVÊ DEWLETA TIRK HELWESTA XWE BIGUHERE'

Berkel bersiv da pirsekê û xwest dewleta Tirk desteka ku dide DAIŞ'ê bibire û wiha axivî: ''Em dixwazin bi Tirkiyeyê re weke cîran bimînin. Em li bendê ne ku destekê bide gelê Kobanê. Ger Kobanê bin ketiba, wê Tirkiye bi xeteriyeke mezin re rû bi rû bimaya. Ji ber vê jî em ji dewleta Tirk dixwazin helwesta xwe biguherîne.''

Mistefa jî bersivek da pirsekê û got: ''Em dixwazin pirsgirêkên Sûriyeyê gelên Sûriyeyê bi xwe çareser bikin. Naxwazin hêzên din mudaxele bikin. ''