Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Dizî' û pevguhertina meymûnên li perestgeha Uluwatuyê

Meymûnên 'dizek' ên li perestgeha Uluwatu ya li girava Balî ya Endonezyayê, alavên hêja yên serdêran didizin û di berdêla xwarinê de didin wan. Meymûn destê xwe nadin alavên 'bêqîmet'.

Meymûnên li perestgeha Uluwatu ya Baliyê, alavên bi qîmet ên serdêran 'didizin' û di berdêla xwarinê de li wan vedigerînin.

Mirovên ku serdana perestgeha Uluwatuyê dikin, pêşniyar li wan tê kirin ku alavên xwe yên hêja û taybet bixin çenteyekî û hay jê hebin.

Dema ku serdêr guh nadin vê yekê, hingî meymûnên li perestgehê alavên hêja yên serdêran 'didizin' û piştre jî di berdêla xwarinê de didin wan.

Ji Zanîngeha Lethbridge ya li Kanadayê Profesor Dr. Jean-Babtiste Leca dîmenê meymûnan ên 273 rojî dît û rewş nirxand. Dr. Leca anî ziman ku meymûn alavên giranbuha yên serdêran 'didizin' ku telefona destan, cuzdan û berçavk çend ji van alavan e.

Leca anî ziman ku meymûn van alavan venaşêrin, lê di berdêla xwarinê de didin xwediyê wan. Leca diyar kir ku li gorî lêkolînê, meymûn li gorî qîmetê alavan bazarê dikin û got, "Bi vî rengî hîn bêhtir xwarinê werdigirin."

Dr. Jean Babtiste Leca ragihand ku ev bazarî carna bi deqeyan dewam dike û diyar kir ku li gorî çavdêriyên wan bazarek 25 deqe, yek jî 17 deqeyan dewam kir.

Leca anî ziman, wan tespît kirine ku meymûn dema alavên 'nehêja' 'didizin', hingî bazarî hîn bêhtir kurt diqede.

Leca diyar kir ku meymûnên li qada wan a jiyana xwezayî jî hatin şopandin, hîn di 4 saliya xwe de dest bi 'diziyê' dikin û anî ziman ku ku vê yekê bi rengekî civakî hîn dibin.