Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken gotin, “Pêwîst e bi polîtîkayên piştgiriya DAIŞ’ê yên heya niha şopandire re rû bi rû be, Divê AKP ji ber polîtîkaya xwe ya derve ya îflasbûyî lêborînê ji gelên Tirkiyeyê bixwaze."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li şûna ku AKP ji şaşitiyên xwe vegere di xeletiyên xwe de israr dike û wiha hat gotin, “Tirkiye li Rojava ji bo tasfiyekirina destketiyên hevpar ên gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Elewî û hemû gelan piştgiriya DAIŞ’ê kir, bi TIR’ên MÎTên çek şandin, dema dît ku ev armanca wan bi ser nakeve, vê carê jî ji bo kanton negihêjin hev, dixwaze plana herêma tampon bixe dewreyê. Pêvajoya ku bi DAIŞ’ê nikarîbû bi ser bixe dixwaze bi plana herêma tampon bi ser bixe. Li şûna ku tifaqên dostane yên dîrokî di serî de li gel gelê Kurd, li gel hemû gelên herêmê çêbike, armancek din jî ya AKP’ê ev e ku hewl dide destketiyên demokratîk ên li wê herêmê pêş bikevin asteng bike, mudaxale bike. Hewl dide bi atmosfera ewlekarî/şer a ava bike re siyaseta hundir dîzayn bike, qada demokratîk bi sînor bike.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin feraseta hem hindur hem jî di qada navneteweyî de ya weke “hevkariya bi terorê re” belav bike, dîmeneke weke li hemberî DAIŞ’ê di nava têkoşîne de ye tê nîşandan.
Daxuyaniyê wiha dewam kir, “Pêwîst e bi polîtîkayên piştgiriya DAIŞ’ê yên heya niha şopandire re rû bi rû be, Divê AKP ji ber polîtîkaya xwe ya derve ya îflasbûyî lêborînê ji gelên Tirkiyeyê bixwaze û êdî ji şaşitiyên xwe vegere.”