Divê Kobanê wek Herêma Afetê ya Navneteweyî bê îlankirin

Heyetek ku ji 12 endamên Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB’ê pêk dihat, rapora têkildarî Kobanê amade kiribûn, ji raya giştî re aşkera kir.

Heyetek ku ji 12 endamên Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB’ê pêk dihat, rapora têkildarî Kobanê amade kiribûn, ji raya giştî re aşkera kir.

Sekreterê TMMOB’a Amedê Turan Kapan da zanîn ku ji sedî 80’yê avahiyên li Kobanê hilweşiyane û got: “Divê Kobanê weke Herêma Afetê ya Navneteweyî bê îlankirin. Xirbeyeke cidî heye, ji bo ev xirbe bên rakirin divê banga alîkariya lezgîn li saziyên penaberan ên navneteweyî bên kirin."

Endamên Koordînasyona Bajêr a Amedê ya (Yekîtiya Endezyar û Mîmarên Tirk) TTMMOB’ê  têkildarî lêkolînên xwe yên Kobanê  encamên lêkolînê raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê TMMOB’a Amedê Turan Kapan ve hate xwendin. Kapan da znaîn ku ew bi destûra fermî ya Qeymeqamtiya Pirsûsê çûne Kobanê û têkildarî hevdîtin û lêkolînên li bajêr agahî da.

JI SEDÎ 80 HILWEŞIYAYE, LI BAJÊR 10 HEZAR KES DIJÎN

Turan Kapan da zanîn ku ji sedî 80’yê avahiyên li Kobanê hilweşiyane û got: “Hate dîtin ku cihê herî bi ewle yê bajêr Deriyê Sînor ê Murşîtpinar e, ew jî li bakûrê bajêr e û sînorê Tirkiyeyê ye.” Kapan da zanîn ku di dema şerê dijwar ê li bajêr de nêzî 5 hezar kes li bajêr bûn û niha hejmara kesên li bajêr dijîn gihiştiye 10 hezarî. Her wiha da zanîn ku li bajêr pirsgirkên zad û xûrek, ceyran û enerjiyê jî hene.

JI BO JINÛVE AVAKIRINÊ

Kapan pêşniyar kir ku ji bo şervanên jin ên azadiyê yên ku di azadkirina Kobanê de rokekî girîng girtine, bîrdariyeke sembol li navenda bajêr bê danîn û ji bo Kobanê ji nû ve bê avakirin têkildarî tiştên divê bên kirin ev agahî da:

-Ji bo pêwîstiyên ji nû ve avakirina Kobanê û alîkariya mirovî ya ji bo bajêr bi hêsanî biçe bajêr, divê Deriyê Sînor ê Kobanê weke deriyê korîdora alîkariyê bê vekirin.

 -Divê parçeyên fuze, hewan, mayîn û teqemeniyên din ên çeteyên DAIŞ’ê li pişt xwe li bajêr hiştine bêne paqijkirin û ji bo ev kar bê kirin pêwîstî bi ekîbên pispor ên vî karî hene.

-Divê xesar û ziyanên ku şer gihandine Kobanê bi awayekî giştî bêne tesbîtkirin.

- Divê Kobanê weke Herêma Afetê ya Navneteweyî bê îlankirin. Xirbeyeke cidî heye, ji bo ev xirbe bên rakirin divê banga alîkariya lezgîn li saziyên penaberan ên navneteweyî bên kirin. Divê balê bikişînin ser aliyê ekolojîk.

-Divê ji bo rakirina xirbeya li navenda bajêr pêşî ji hewayê ve wêneyên navenda bajêr bên kişandin û ji ev wêne ji bo xebatên tesbîtkirina xesara li navenda bajêr bê bikaranîn.

-Ger nexşeya binesaziya navenda bajarê Kobanê tine be, ji nû ve bê çêkirin û amadekirin.

-Divê wêneyên rewşa niha ya bajêr bêne kişandin, dîmenên hemû wêneyên hemû kolanan bên kişandin û ji bo pêşerojê weke belge û bîranîn bê veşartin.