Dîtina Îşkenceyê...
Dîtina Îşkenceyê...
Dîtina Îşkenceyê...
Derhenêr Cenk Ortulu û Zeynel Koç bo balê bikşînin zextên û îşkenceyên dewletê ku li ser mirovan dike belgefîlmekî bi navê “Me Îşkenceyê Dît” çêkirin. Armanca belgefîlmê ew e ku îşkenceyên dewletê berbiçav bide nîşan dan.
Belgefîlma “Me Îşkece Dît” rastiya civakê dide nîşandan. Derhenêrên belgefîlmê Cenk Ortulu û Zeynel Koç diyar kirin ku çêkirina belgefîlman ew ji xwe re kirine armanc. Bo jiyana û pirsgirêkên mexdûrên zarok ên qanûna TMK’ê de jî her du derhenêr belgefîlma bi navê “ Wijdanên ku bûne kevir” çêkiribûn. Di malpera Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de belgefîlma “ Wijdanên ku bûne kevir” hat weşandin û kampanyaya zarokên mexdûr ên qanûna TMK’ê hatibû nirxandin.
LÎSTIKVANÊN BELGEFÎLMÊ
Derhenêrê belgefîlma “Me Îşkece Dît” diyar kirin ku ev proje parçeyeke Weqfa Hiqûq û Civakê ye û wiha gotin: “Di Weqfa Hiqûq û Civakê de ji mere pirsa wekî li ser îşkenceyê mirov dikare tişteke çawa çêbike pirsîn. Em jî diyar kirin ku di atolyeyekî de tevî hemû hevalên din em ê xebatê bimeşînin û çi ji wê xebatê derbikeve dê em ê bikin belgefîlmek e û ji ber ku Weqf bi awayekî germ li pêşniyara me mêze kir belgefîlmeke wiha derket.” Derhenêr Cenk Ortulu û Zeynel Koç destnîşan kirin ku kesên ku di xebatê atolyeyê de cih digirtin, ji ber ku di dema binçavkirinê de û di girtîgehan de îşkenceyê dîtibûn li Weqfê tedawiyên xwe didîtin.
GIRÎNGIYA HEVALÊN JIN
Derhenêr Cenk Ortulu û Zeynel Koç da zanîn ku di atolyeyê de hevalên zilam jî dixebitin û wiha pêde çûn: “ Ji ber ku mirov îşkenceyê bi awayeke xurt bide nîşandan me bi piranî hevalên jin kir nav xebatên belgefilmê. Jinên ku îşkenceyê dîtine û jiyan e ji zilaman zêdetir dikarin îşkenceyê vebêjin û bi awayeke kûr dikarin li jiyanê mêze bikin. Dema mirov li zilaman mêze dike mirov dibîne ku bi awayeke vekirî nikarin xxwee îfade bikin lê hevalên jin ne wisa ne û ji ber wî jî bi piranî me hevalên jin kiriye nav xebatê belgeffîlma xwe.” Derhenêrr Cenk Ortulu û Zeynel Koç diyar kirin dema me biryara çêkirina belgefîlmê kir me dizanibû ku ne tişteke rehete, pêşiya îşkenceyê û di pey îşkenceyê de jiyaneke çawa tê jiyandin nîşandan kareke pir zor û zehmet e.
ÎŞKENCE TÊ BÎRA WAN
Cenk Ortulu û Zeynel Koç diyar kirin ku dema mirov rastî kesekî kuu li rastî işkenceyê hatiye dibîne mirov nikare pirsekî di der barê îşkenceyê de çi dîtiye jê bipirse û wiha axivîn: “ Dema ku mirov pirsekî ji yekî ku rastî îşkenceyê hatiye dipirse wî demê de di serê wî de travma çêdibin û cihê ku li wir îşkenceyê dîtiye tê li ber çavên wî.” Derhenêrên belgefîlmê bilêv kirin ku ew xebatên xwe wek aştî, azadî û têkoşîna kedê dibînin.