Dînç û Sadet ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin oxirkirin

Cenazeyên Ece Dînç û Hatîce Ezgî Sadet ên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê rêhevalên wan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên Ece Dînç û Hatîce Ezgî Sadet ên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê rêhevalên wan ve hatin oxirkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê di merasîma cenazeyan bi xemgînî axivî û wiha got: "Em ê ji bo hemû lîstokên cîhanê bi zarokan re parve bikin bixebitin."

Cenazeyên Rêvebera HDP'ê ya Kadikoyê Ece Dînç û Xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînanê Hatîce Ezgî Sadet ên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan li Stenbolê ji aliyê hezaran kesan ve bi merasîmekê hatin oxirkirin. Cenazeyê Ece Dînç ji bo nimêjê birin Mizgefta Karacaahmet Şakîr. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy û bi hezaran kes ji bo tevlî merasîma cenaze bibin ji ber Nexweşxaneya Numune heya Karacaahmetê meşiyan. Di meşê de jin di pêşiye meşiyan û pankartên "Şehîdên Pirsûsê nemir in AKP-DAIŞ dê winda bike" û "Rêheval Ece Dînç dê di şerê me de bijî" vekirin. Di meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadi" û "Qatîl DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin. Piştî girse gihişt ber Mizgefta Karacaahmetê nimêja cenaze pêk hat. Pişt re darbesta Dînç ji aliyê jinan ve hat girtin û ber bi Goristana Karacaahmetê ve bi meşê birin û li wir hat definkirin.

JI BO 'SERKETİNÊ SOND' XWARIN

Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat. Pşit rêzgirtinê staranên şoreşê hatin gotin û soza ji bo "serkeftinê hat dayîn" Endama SGDF'ê Ozgur Bedel axivî û wiha got: "Hêrsa me ji êşa me mezintir e. Hûn nikarin azadiyê xilas bikin. Ciwan dê ala rêhevalan heya serketinê hilbigirin."

'JI BO RÛYÊ QIRÊJ Ê ŞER JÊ BIBIN EM Ê ÇÛBAN'

Elîf Turan a ku di dema êrîşê li Pirsûsê jî wiha got: "Di dema teqînê ez li wir bûm. Em ê ji bo rûyê qirêj yê reş ê li ser şoreşa Rojava jê bibin çûban Kobanê." Tura anî ziamn ku piştî daxuyaniya li baxçeyê navenda çandê dê heyet çûba hevdîtinê û wiha axivî: "Di dema daxuyaniyê de bombeya xwekujî xwe teqand û 31 rêhevalên me qetil kirin. Rihê wan dê di bedenê me de bijîn."

'ALA WE HIŞT EM Ê DEWR BIGIRIN'

Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy jî wiha got: "Wan ji Kobanê re rihê Geziyê dibirin. Di têkoşîna rûmet û azadiyê de di herî pêş de meşiyan." Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî armanca SGDF'ê ya çûna Kobanê bibîrxist û êrîş şermezar kir û wiha got: "Em ê hemû lîstokan hê bêhtir hembêz bikin. Em ê hemû lîstokên cihanê bi zarokan re parve bikin. Karê wan daye destpêkirin em ê temem bikin." Yuksekdag a ku nekarî rondikên xwe bigire axaftina wiha temam kir: "Em ê Kobanê bi hev re ji nû ve înşa bikin."

'EZGÎ LI JOR ME TEMAŞE DIKE'

Ji bo Xwendekara Zanîngeha Mîmar Sînanê Hatîce Ezgî Sadet jî li Cemxaneya Ihlamurkuyuyê merasîma cenaze pêk hat. Malbata Sadet, hevalên wê, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fadîme Çelebî, parlementerên HDP'ê yên Stenbolê Alî Kenanoglu û Turgut Oker, Parlementerê CHP'ê Mahmut Tanal û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Pîrê Elewî Alî Soysuren di merasîmê de axivî û AKP û DAIŞ lenet kir û wiha got: "Bi piştgiriya AKP'ê canên me hatin qetilkirin. Ciwanên me ji bo zarokên wir re lîstokan bibin çûn. Lê destûra vê yêkê nedan." Bavê Sadet Alî Sadet jî diyar kir ku Ezgî li jor wan temaşe dike û wiha got: "Keça min bi hîsên mirovahiyê xwest alîkariyê bike. "

Piştî axaftinan cenazeyê Sadet bi meşê anîn Goristana Çirçir. Piştî meşê cenaze li Goristana Çirçir hat definkirin.