Di Roja Penaberan a Cîhanê de modela Rojava û Şengal
Bi wesîleya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di pêşengiya saziyên civakî yên sîvîl û yên olî sempozyumek hat lidarxistin
Bi wesîleya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di pêşengiya saziyên civakî yên sîvîl û yên olî sempozyumek hat lidarxistin
Bi wesîleya 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di pêşengiya saziyên civakî yên sîvîl û yên olî de sempozyumek hat lidarxistin. Ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Canan Polat a di panela li Rojhilata Navîn statuya Kurdan de axivî got ku ji ber şerê nevxweyî yê li Sûriyeyê di serî de jin bi hezaran mirov bandor bûne.
Sempozyum, bi axaftina Profesorê Swîsreyî Mîchel Muller ve destpê kir. Muller di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku penaber dijîn û got: “Pêwîst e deriyê me ji kesên ji ber şer û zextan xaka xwe terk dikin vekirî be. Em bi wan re di nav piştevaniyê de bin.”
‘MODELA ROJAVA PÊŞEROJA GELAN E’
Piştî Muller Ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Canan Polat di rûniştina bi serenava rewşa Kurdan a li Sûriyeyê axivî. Polat diyar kir ku Kurdan di nav şer de ji bo pêşeroja gelan pergalek ava kirine û ev tevayî gelên herêmê digire nav xwe.
Polat da xuyakirin ku pergala Rojava li ser esasê felsefeya Ocalan hatiye avakirin.
Polat anî ziman ku pergala Rojava yekane pergala ku li hember kapîtalîzmê ye û tevayî pirsgirêkên li cîhanê dikare li ser esasê felsefeya Ocalan bên çareserkirin.
‘EGER PKK TINEBÛYA WÊ ÊZIDÎ BI TEMAMÎ JI HOLÊ HATIBANA RAKIRIN’
Di rûniştina têkildarî Şengalê de jî komkujiya DAIŞ’ê hat bibîrxistin û rewşa rojaneyî ya li Şengalê hat vegotin. Seîd Hesen ê wek nûnerê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê di rûniştinê de axivî got YPG û PKK’ê bi hezaran Êzidî ji komkujiyê rizgar kirin û banga piştevaniyê li raya giştî kir.
Ligel vê axaftvanan di rûniştên serenavên din de bal kişandin ser pirsgirêkên Xiristiyan û gelên din ên li Iraq û Sûriyeyê dijîn.