Di roja girtiyên siyasî de li gelek navendan çalakî

Li gelek navendan bi munasebeta 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî çalakî hate lidarxistin di çalakiyan de hate xwestin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Li gelek navendan bi munasebeta 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî çalakî hate lidarxistin di çalakiyan de hate xwestin ku di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

ENQERE

ÎHD û TUHAD-FED’ê bi manesebeta 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî daxuyanî dan û diyar kirin kul i girtîgehan Nêzê 20 hezar girtiyên siyasî hene û nirxandina “Bi munasebeta vê rojê di serî de birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî em dixwazin bên berdan” kirin.

ÎHD û TUHAD-FED’ê bi manesebeta 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çiqas hejmara desthilatdaran zêde dibe,hejmara kesên kul i ber xwe didin jî zêde dibin û lig elek deverên cihanê pişTî şerê rizgariya neteweyî bi hezaran kesên ku hatine girtin û ew xisitne girtîgehan hene. Di daxuyaniyê de hate gotin ku desthilatdar zindanan bes nabînin û tecrîda tîpa F jî pêk tînin û wiha hate gotin: “Berxwedana girtiyên siyasî berdewam kir. Wekî li Hindistanê Gandî, li Afrîkaya Başûr Nelson Mandela û li Tirkiyeyê birêz Ocalan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin kul i girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên ne mirovî hene û wiha hateberdewamkirin: “Li gorî raporên ÎHD’ê 20 hezar jî siyasî bi tavahî 153 hezar û 946 girtî li girtîgehan hene. Piraniya wan ji ber pêvajoyên nedilane hatine mexdûrkirin. Dîsa li gorî daneyên ÎHD’ê 249 jê giran 649 girtiyên nexweş li girtîgehan hene.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li girtîgehan îşkence û tecrîd bûye tiştekî ji rêzê. Di dawuya daxuyaniyê de jî ev tişt hate gotin: “Di şexsê girtiyên siyasê yên li girtîgehan li ber xwe didin de tê xwestin azadî û pêşeroja me teslîm bigirin. Xwedêlêderketina girtiyên siyasî dê bê wateya bilindkirina têkoşîna azadiyê. Em bi vê munasebetê dixwazin di serî de birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”

WAN

Li Wanê bi pêşngiya Wan TUYAD-DER’e li kolana Hunerê gelek keshatin cem hev ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û girtiyên siyasî kartên Newrozê şandin. Beriya ku kart b^ne şandin Serokê Van TUYAD-DER’ê Ahmet Aygun axivî û bal kişand li ser roja girtiyên siyasî. Aygun bilêv kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bûne navendên îşkenceyê û got ku tenê ji berk u kurd in 9 hezar kes hatin girtin û di navbera 2002-2012’an de hezar û 677 girtiyan ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane.

Aygun got ku ev 3 salan zêdetir e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re nikare hevdîtinê pêk bîne û bi hezaran girtî jî bi awayeke kêfî tên sirgunkirin. Aygun anî ziman ku ligel pêkûtiyan girtiyên siyasî girtîgeh kirine keleha berxwedanê û ji ber vê yekê wan silav dikin.

Piştî axaftinê girse bi meşê çû postaxaneyê û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî katrên Newrozê şandin.

MÊRSÎN

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsîn, YAKAY-DER û TUHAD-FED'ê li ber Postexaneya Navendî ya Mêrsînê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê û balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Di daxuyaniyê de dowîzên “Ji girtiyan re azadî" û "Girtiyên nexweş rûmeta mene" hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên saiyasî serbest bên berdan" û "Ji girtiyan re azadî" hatin berzkirin. Li ser navê komê Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Mêrsînê Bayram Çaglar axivî.

Çaglar diyar kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de 659 girtiyên nexweş hene û ji wan rewşa 247 girtiyên rewşa wan giran hene. Çaglar anî ziman ku înfaza li Tirkiyeyê însanî nîn e û girtî ji mafên xwe yên herî sereke bê par dimînin. Çaglar da zanîn ku ATK saziyên bi tena serê xwe biryarê bidin nîn in û divê demildest dawî li pêkanîna pisporiya fermî bînin. Çaglar bilêv kir ku Kulîng Sevîlgen ê ku hefteya borî li Girtîgeha Bandirmeyê jiyana xwe ji dest da tenê ji ber PKK'î bû serbest nehate berdan û balkişand ser pêkanînên keyfî yên li girtîgehan pêk tên.

Piştî axaftinê ji girtiyan re qertên Newrozê hatin şandin.

AMED

Diyar TUHAD-DER'ê bi minasebata 18'ê Adarê Roja Piştevaniya Bi Girtiyên Siyasî re li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê da çapemeniyên. Di daxuyanî de bi pankarta "Ji girtiyan re azadî " hat vekirin û bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aşti, nûnerên TUHA-DER, MEYA-DER, Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, rêveberên HDP û DBP'ên Amedê, Odeya Tabîban, hevşarêdarên navçeyan û gelek kesên din tevlî bûn.

Prz Mustafa Ozer têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Ez vê girtigehê pir baş nas dikim. Karê min tevahî li vir derbas bû. Li vir çî çêbûm min di dilê xwe de hîs kir. Bi saya Kemal Pîr, Hayrî Durmûş, Mazlûm Dogan, Ferhat Kutay û gelek kesên din agirê Newrozê bi azad tê hilkirin." Ziya Pîr jî têkildarî mijarê de got ku divê dewlet girtiyên siyasî serbest ber bide.

Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek ani ziman ku di sala 1982'ên de wê jî para xwe ji vê girtîgehê girt û wiha got: "Kemal Pîr, Sakine Cansiz û hemû gelê kurd ji vê girtîgehê para xwe girtin. Ji bo gava yekemîn divê di serî de Ocalan û hemû girtiyên din serbest bên berdan."

Seroka Diyar TUHAD-DER'ê Derya Us jî daxuyaniya têkildarî mijarê de xwend û wiha got: "Têkoşîna azadiya civakan bi girtin, mirin, komkujî, darvekirin û sirgûnan tejiye. Girtîgeh ji bo têkoşînên azadiyê têk bibin û teslîm bigirin hatin avakirin. Lê ji 1800'an heye niha li hemberî girtîgehan dîroka berxwedanê hate nîşandan."

Piştî daxuyaniyê qurnefîl avêtin nava girtîgehê.

STENBOL

Li Stenbolê jî TUAD, OHD, TOHAV, û ÎHD'ê bi munasebeta 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî li ber Girtîgeha Jinan ya navçeya Bakirkoya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de panakartên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û dowîzên "Em ewlehiyê ne azadiyê dixwazin" û "Ji îşkenceya di girtîgehan re na" hatin vekirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevseroka TUAD'ê Sureyya Aydin ve hat xwendin. Aydin diyar kir ku ku li Tirkiyeyê pirsgirêka girtiyan bûye pirsgirêka sereke û wiha got:"Li Tirkiyê her roj di girtîgehan darbest derdikevin. Îro 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî. Em li dijî bê mafî, zext û pêkûtiyên li girtîgehanin. Hişmendiya li girtîgehê Tirkiyê tên rêvebirin durî zagonên mirovahiyê ye."

Piştî Aydin, Hevseroka Komaleya Parêzerên Azad Banu Guvener da zanîn ku ji bo aştiyek mayînde pêwîste demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî girtiyên siyasî werin berdan. Guvener di dawiya axaftina xwe de derbirî ku ew ê weke Komeleya Parêzerên Azad heya dawiyê şopdarê mafên girtiyên siyasî bin.

Daxuyanî bi çalakiya 3 deqîqe rûniştinê dawî bû.