Di dîroka Kurdî de Ronahîya Celadet Bedirxan

Di dîroka Kurdî de Ronahîya Celadet Bedirxan

Kovara ‘Ronahî bi dîrektoriya Celadet Alî Bedirxan, li bajarê Şamê, di 1’ê nîsana 1942’yan de, bi îbareya fransî “Supplêment Illustrê de la Revue Kurde Hawar” ango “Pêveka wêneyî ya Kovara Kurd Hawarê” dest bi jiyana xwe ya weşanê dike û gelek aliyan ve kovareke klas e

Di ser Kovara Ronahiyê ku ji aliyê mîrê zimanê kurdî Celadet Bedirxan ve di sala 1942’yan de di teşqele û qîr û qala 2’yemîn şerê Cîhanê de derket de 71 sal derbas bûn. Sîstematîk û kodên zîhniyeta şer di Kovarê de ji aliyê destpêkê Celadet Bedirxan û nivîskarên kovarê de baş hatine vegotin û ev kovar di heman demê de yek ji kovarên herî serkeftî ya dema xwe ye jî.

Divê bê bibîrxistin ku Ronahî ne wekî Hawarê bi du zimanan, xwerû bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmanciya jorîn û bi tîpên latînî bû. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên şer e. Nûçeyên şer, çekên nû derketî, rewşa eniya şer, jiyana gelan, lehengiya leşkeran, qehremaniya fermandaran û hwd, hemû di nav rûpelên Ronahiyê de cih girtine.

Kovara Ronahî li dijî faşîzm û nazîzmê bû. Kovar bi her awayî pesnê şerê eniya demokrasiyê didan û li dijî faşîzmê radiwestiya. Kovara Ronahî bi nûçeyên şer, gotar, çîrok, şîrove û wêneyên xwe ve kovarek magazîna nûçeyên şer bû.

Loma jî piraniya nûçe û wêneyên wê li ser şer bûn. Lê, li gel van nûçeyên şer jî, di nav rûpelên Kovara Ronahî de li ser folklor û edebiyata kurdî jî gelek nivîs hene.

28 hejmarên Kovara Ronahî ji alî weşanxaneya Jîna Nû ve hatiye berhevkirin û hemû hejmar li ser hev di ebata pirtûkek mezin de hatine weşandinê.

Çapxana Jîna Nû pêşgotinek li ser kovar û xwediyê wê nivîsandiye û di pêşgotinê de gelek agahdarî didin xwendevanan. Pirtûka mezin a berhevkirina hemû hejmarên Ronahiyê li ser hev 584 rûpel e.

Di nav rûpelên kovarê de gelek îmzayên hêja û navdar hene. Nivîskarên kurd, li ser jiyana kurdan, têkiliyên civakî di nav wan de û li ser gelek tiştên din nivîsandine. Wan gelek çîrok, stran, serpêhatî û helbestên kurdî di nav rûpelên Ronahiyê de çap kirine.

 HELWESTA CELADET

Ev şîrove serê ewil dikare bi hin kesan ecêb û bêwate were û Celadet ji ber vê helwesta xwe ya ku wî propagandaya welatên hevalbend (mutefîk) dikir bê tawanbarkirin.

Lê helwesta Celadet, helwesteke rast e, ji ber ku Celadet bi vê helwestê di nîrê şer, krîz û tunebûnê de hem kovara xwe ya heyî Hawar domandiye û hem jî bi vê helwestê kovareke din xelatî ziman û wêjeya kurdî kiriye. Celadet stratejîstekî hêja bû û ya ku bû sedem ‘Ronahî’ derkeve ev stratejî bi xwe ye. Ronahî berhemeke stratejiya Celadet e.

Jixwe welatên hevalbend piştgirî nedana Celadet jî wî yê li gorî dîtina xwe ya cîhanî demokrasî biparasta û ew ê li hemberî faşîzma Musollînî û nazîzma Hîtler’î derketa. ‘Ronahî’ wekî pêveka ‘wêneyî’ ya kovara ‘Hawarê’ derketiye û bi rastî jî mişt wêne ye.

 Bi vî awayê xwe di warê dîtbariyê de kovareke bêhempa ye.

Piraniya wêneyan têkildarî şer in.

Di tevahiya 28 hejmarên wê de kêm zêde bi qasî 708 wêne tê de weşiyane ku ev jî di zik hev de ji bo her hejmarê dike 25 wêne.

Gava ku mirov li 57 hejmarên Hawarê dinêre û di van 57 hejmaran de bi tenê 5 wêneyan dibîne di warê wêne û dîtbariyê de pêşketina ‘Ronahiyê’ jixweber dipeyite.

Divê mirov ji bîr neke ku ji bo wê demê di salên 1940’î de di wan şertên şer de peydakirina klîşeya wêneyekî bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e.

 RONAHÎ Û WÊNE

Di ronahiyê de hejmara ku herî pir wêne tê de hatine weşandin, hejmara 3’yemîn e. Di vê hejmarê de 45 wêne hatine weşandin, ev hejmar 20 rûpel e.

Dîsa di heman hejmara 3’yemîn de nivîseke bêîmze di rûpela 2’yemîn de heye û mijara wê nivîsê wêneyên kovarê ne. Nivîs di navbera Sînemxana qîza Celadet û Celadet de ji diyalogekê pêk tê. Wêneyên kovarê bala keçika biçûk Sînemxanê dikişînin, Sînemxan pîştî ku li kovarê dinihêre ji bavê xwe re dibêje ku kovara din ango ‘Hawar’ ji ‘Ronahiyê’ qenctir e ji ber ku di ‘Hawarê’ de wêneyên kurmancan hene û di ‘Ronahiyê’ de ji wêneyên îngilîz û fransiyan pê ve tu wêneyên kurmancan tune ne.

Celadet jê re dibêje ku ‘Ronahî’ çêtir e ji ber ku wêneyên ‘Ronahiyê’ pirtir in. Keçik dîsa jê re dibêje heger ‘Ronahî’ jî wekî ‘Hawarê’ ya kurmancan be wê çaxê di wê de jî divê wêneyên kurmancan hebin. Celadet jê re dibêje ku şer e û wêneyên kurdan li cem wan nîn in. Sînemxan diçe wêneyekî xwe yê ku bi birayê wê Cemşîd re hatiye kişandin tîne dide bavê xwe û dibêje: “Ji te re wêneyekî kurmancan, ma ez û Cemşîd ne kurmanc in?” Celadetê ku nikare daxwaza wê pêk bîne pir xemgîn dibe…

RONAHÎ Û HAWAR

Gava ku hejmara Ronahiyê ya ewil di 1’ê nîsana 1942’yan de bi 14 rûpel û 25 wêneyan derdikeve hingê Hawar 10 salî ye û di hejmara xwe ya 42’yan de ye. ‘Hawar’ di tebaxa 1943’yan de bi hejmara xwe ya 57’an -ku ji 8 rûpelan pêk tê- dawî li weşana xwe tîne.

Di vê dîrokê de ‘Ronahî’ di hejmara xwe ya 17’em de ye. Celadet bi ‘Hawarê’ re 17 hejmarên ‘Ronahiyê’ diweşîne, yan jî bi ‘Ronahiyê’ re 15 hejmarên din ên ‘Hawarê’ diweşîne.

‘Ronahî’ heta hejmara 28’an û dîroka qedandina 2’yem Şerê Cîhanê yê 1945’an jiyana xwe ya weşanê didomîne.

PÊVEKA HAWARÊ

Lê piştî ku ‘Hawar’ radiweste jî di her 11 hejmarên ‘Ronahiyê’ de îbareya Fransî ‘Supplêment Illustrê de la Revue Kurde Hawar’ ango ‘Pêveka wêneyî ya Kovara Kurd Hawarê’ didome.

 Lê di esasê xwe de ‘Ronahî’ gava ku ‘Hawar’ diweşe jî tu carî nabe ‘pêveka’ wê, ji ber ku ji ‘buhayê’ ‘Hawar’ ê cuda buhayekî ‘Ronahiyê’ heye, belavkirina wê ne li ser ‘Hawarê’ bi awayekî cuda ye û naverok û teknîkeke xwe ya din heye.

Jixwe piştî sekinandina ‘Hawarê’ ‘Ronahî’ bi her awayê kovareke cuda ye. Celadet dibe ku ji ber van sedeman ‘Ronahî’ wekî ‘pêveka’ ‘Hawarê’ dabe xuyakirin jî; yek, nostaljî û navdariya ‘Hawarê’ dudu; sedemên fermiyetê, sisê; proje yan jî hêviya dîsa derxistina Hawarê.

Ji xeynî hejmarên 23 û 26’an ku ji bo du mehan derketine û ji xeynî hejmara dawîn 28’an ku piştî hejmara berî xwe bi şeş mehan derketiye wekî din ‘Ronahî’ ji hejmara ewil heta hejmara 22’an her meh bi awayekî pir sîstematîk derketiye.

SÎSTEMATÎKBÛNA RONAHIYÊ

Lê di ‘Hawarê’ de ev pergal û sîstematîkbûn nîn e, ji ber ku hejmarên ‘Hawarê’ carna ji 15 rojan carekê, carna ji mehê carekê, hejmara 24’an piştî 4 mehan, hejmara 26’an piştî salekê, hejmara 27’an piştî 6 salan bi awayekî bêpergal derketine.

Her wiha ‘Ronahî’ di warê alfabe, rastnivîs û ziman de jî ji ‘Hawar’ê sîstematîktir e. Ji ber ku ‘Ronahî’ xebata wî ya dawîn e mirov ziman û rêzimana Celadet, a herî nîhaî jî di ‘Ronahiyê’ de dibîne. Di ‘Ronahiyê’ de ziman û gelek tişt êdî rûniştî ne. Ji xeynî çend tiştên hûrik û ‘ne’ya qertafa neyîniyê û lêkera ‘bûn’ê ku ji peyvê cuda hatine nivîsîn (mînak ‘ne kuşti bûn’) rêzimana me ya ku em îro bi kar tînin a ‘Ronahiyê’ bi xwe ye.

‘Ronahî’ bi dîtbarî û gelek aliyên xwe kovareke kemilî ye, kovareke klas e.

HEJMARA YEKEM A RONAHIYÊ

Kovara ‘Ronahiyê bi dîrektoriya Celadet Alî Bedirxan, li bajarê Şamê, di 1’ê nîsana 1942’yan de, bi îbareya fransî “Supplêment Illustrê de la Revue Kurde Hawar” ango “Pêveka wêneyî ya Kovara Kurd Hawarê” dest bi jiyana xwe ya weşanê dike. Di berga kovarê de balafirên şer ên îngilîz li ezmanên peravên Norweçê bombeyan bi ser keştiyên dijmin de dibarînin. Pir balkêş e ji ber ku 28’emîn hejmara kovarê ya dawîn a ku dîroka wê adara 1945’an e jî bi heman balafirê diqede; lê îcar balafir dijberî balafirên berga hejmara yekem ne li ezman li erdê ye û ew piştî nivîsa kovarê ya dawîn a Qedrî Can tam di dawiya kovarê de, li jêr, daketiye erdê û bi vî awayî kovar êdî sekiniye. Jiyana kovarê, li ezman bi balafirên firiyayî dest pê dike û li erdê bi balafireke lûsiyayî diqede.

Her wiha hemû hejmarên kovarê bi nivîs û wêneyên xwe di lehê Fransa û Îngilistanê de piştgiriyeke aşkera ji dewletên ‘hevalbend’ re dike. Şîroveya van balafirên şer ên îngilîz ev e: Ji ber ku herb hebû û îngilîzên ku wê heyamê serdestî Şamê bûn û wan ji bo propagandaya xwe ya Duyem Şerê Cîhanê piştgirî dida kovarê kovar hebû; gava ku şer di 1945’an de qediya kovar jî qediya.

HEJMAR Û NAVEROKÊN RONAHIYÊ

Hejmarên Kovara Ronahiyê yên serî, yên heta hejmara 4’an, bi qasî ku mirov nikare wê bi ‘Hawarê’ re bide ber hev, di warê naverokê de qels e. Ji hejmara 4’an heta hejmara 12’an naveroka wê normal e, ji hejmara 12’an heta hejmara dawî naveroka wê êdî pir xurt e. Di hejmara 24’an de ‘sansur’ heye. Nivîskarê ku di naverokên hejmaran de şanenava wî herî pir derbas dibe di gelek hejmaran de 3 nivîsên wî hene Osman Sebrî ye, ji seqa û bêhna kovarê xuya dibe ku Osman Sebrî ji teknîkê heta bi hemalî û nivîskariyê ked û xebateke pir baş daye ‘Ronahiyê.

Mirov dikare bêje ku ‘hûtê’ ‘Ronahiyê ew e. Ji bilî wî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û gelek nivîskarên ‘Hawarê’ rûpelên ‘Ronahiyê dixemilînin. Ecêb e, Celadet di ‘Ronahiyê de bi navê xwe ango bi şanenava ‘Celadet, tu nivîs nenivîsîne. Lê bi îmzeyên xwe yên din ên weke ‘Bişarê Segman, Herekol Ezîzan û hwd. gelek nivîs weşandine. Hew di ‘têbiniyên kovarê de şanenava ‘C.A.B. bi kar aniye. Lê Celadet di nivîsên bêşanenav de qala herbvaniya xwe kiriye, çîrok û stranên kurdî nivîsîne, li ser dîrok û erdnîgariyê rawestiyaye, danasîna çekên nû kiriye, nûçeyên herbê kirine. Ji atmosfera ‘Ronahiyê kêf û bextewariya Celadet difûre, ev yek mirov gelekî kêfxweş dike. ‘Ronahî’ ji bo zimanê me, ji bo Celadetê me, ji bo wêje, dîrok û çanda me û her wiha ji bo ‘cîhana me’ ronahiyek e. Azadiya Welat