Di çalakiya edalet û ronahiyê de Komkujiya Pirsûsê hat protestokirin

Çalakiya ronahî û edaletê ya her hefte ji bo yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir.

Çalakiya ronahî û edaletê ya her hefte ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez tê lidarxistin vê hefteyê jî berdewam kir.

Ciwanên SGDF’yî yên li Pirsûsê hatin qetilkirin jî di rojeva çalakiyê de bûn.

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst, nûnerên saziyên Kurdistanî û welatparêzên di saet 14:00’an de li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin gel hev. Di çalakiyê de li gel wêneyên Cansiz, Dogan, Şaylamez, al û flamayan dovîz û amblemên tevgera ciwanên SGDF’yî jî hatin hilgirtin.

Girseyê bi dirûşmên, “Barbar DAIŞ, terorîst Tirkiye”, “Kujer Erdogan”, “Bimire Dewleta Faşîst a Tirk” heya pêşiya Buroya Enformasyon a Kurd meşiyan. Di hemû axaftinên li vir hatin kirin de zîhniyeta qetlîamker a Dewleta Tirk hat protestokirin.

Li pêşiya Buroya Enformasyon a Kurd ji bo her sê jinên şehîd û şehîdên Pirsûsê deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinên kurt ên li vir hatin kirin de wiha hat gotin, “Kevneşopiya qetlîamker a Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kir, li Pirsûsê jî heman tişt kiriye.”

Berxwedêrê Rojiya Mirinê yê MLKP’yî Bedîha Ergun jî der barê Komkujiya Pirsûsê axaftinek kurt kir û got, “Ev ciwan ji bo ji nû ve avakirina Kobanê diçûn Kobanê. Ev ciwan destê aştiyê bûn. Ev ciwan diçûn bajarên ku barbaran xerab kiribûn ava bikin. Êrîşa ku pêk hatî ji dewleta faşîst a Tirk ne serbixwe ye.” Her wiha Ergun li hemberî komkujiyan banga bilindkirina têkoşîn û çalakiyan kir.

Çalakiya edalet û ronahiyê bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.

...