Di 2. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Qerejdaxê de konsera bi coş
Di 2. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Qerejdaxê de konsera bi coş
Di 2. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Qerejdaxê de konsera bi coş
Li Navçeya Riha Wêranşarê, 2. Mihrîcana Çand û Hunerê ya Qerejdaxê ku ji aliyê Şaredariya Wêranşarê ve pêk tê bi şahî û konseran berdewam dike.
Di konsera şevê din de destpêkê Koma Arya ya di bin baneya Çand û Hunerê ya MED'ê ya Wêranşarê de dixebite derket ser dikê. Piştre Mizgîn Tahir derket ser dikê û bi awaza xwe ya zîz û bilind stranên xwe yên çanda dengbêjiyê pêşkêş kir. Mizgîn Tahir bi stranên xwe yê opera sewta dengbêjiyê li beriya Wêranşarê belav kir eleqeyek mezin kişand. Di konserê de peyama Şaredara Wêranşarê Leyla Guven ku 4 salin ji doza KCK'ê hatiye girtin hat xwendin. Guven, anî ziman ku gelê Wêranşarê dê bersiva girtinê di hilbijartina 2014'an de bidin hikûmetê.
Di konserê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Zîlan hatin daliqandin. Bi hezaran kesên tev li konserê bûn bê navber dirûşmên "Ocalan" berz kirin. Dîsa pankarta bi îmzeya Însiyatîfa Gel a Rihayê a bi nivîsa "An bi Rêber Apo jiyanek azad, an jî nejî û nede jiyandin", "Şerê siyasî, şerê welatparêzî, Şerê xwedîderketina dîrok û axê ye" hat vekirin. Konser bi starên Zelal Gokçe, Îlkay Akkaya heta derengê şevê berdewam kir.