‘Dengê jinê nehatiba jibîrkirin dê dengbêjî bi operayê re ketiba pêşbirkê’

‘Dengê jinê nehatiba jibîrkirin dê dengbêjî bi operayê re ketiba pêşbirkê’

Mizgîn Tahir ku çanda Dengbêjî û opera gihand hev, bi ciwanên Kurd ên ji muzikê hes dikin, di Orkestraya Heskîfê de hewil dide şêwazek din ji bo muzîka Kurdî bide qezenc kirin.

Tahîr ji destanên kevin ên koka Mezopotamyayê projeyan derdixe û xebatê dide meşandin. Her wiha dibêje di navbera dengbêjî û operaya ku weke muzîka rojava tê zanîn girêdanek nêzîk heye.

Tahir dibêje, sedemê herî bingehîn ku dengbêjî weke operayê belav nebû “qutkirina dengê jinê ye” û tîne ziman ku, “Eger rastiya jinê nehatiba jibîr kirin ez bawerim ku dê muzîka Kurd li astek cûda ba. Pêwîste mirov giraniyê bide hilberandina jinê.”

Me bi Mizgîn Tahir re  li ser opera, dengbêjî, Orkestra Heskîf û muzîka Kurdî axivîn.

Opera şêwazek yê muzikê ku Kurd qet zêde pêve eleqeder nebûn. Helwestên destpêkê çawabûn?

Di rastiyê de opera ji muzîka rojhilat dûr tê dîtin. Dema ku mirov temaşeyî dîrokê dike heya Yewnana kevin diçe û biawayekî civatî dihate kirin, weke oratoryoyekê ye her kes şexsiyetekê temsîl dike û di nava wan de nîqaşek heye, ji ber vê aliyê xwe dişibe dengbêjiyê. Destpêkê opera ji bo Kurdan biyanî tê, lê belê ne ew qas, bi fikra min niha li gorî berê hîn zêdetir biyanî bûye. Wan deman destanên civakan bi muzîkê di hatin ziman. Çawa ku di nava me Kurdan de jî bi dengbêjiyê dihatin ziman, wisan li rojava jî bi operayê dihate vegotin û vedigerandin muzîkê. Lê di vir de cûdahiyek heye; hunera operayê her roja ku çû guhertin têde çêbûn, li gorî demê hate guncaw kirin. Ya me jî dibe ji nepêşxistinê belkî jî qedexeya ziman bû û mirov dikare girêdayî pêkûtiyên heyî jî bike. Li gel vê jî di encama pêkûtiyên çanda serdest stran gotina jinê hate qedexekirin, weke guneh hate dîtin. Dengê jinê hate qut kirin û di nava çar dîwaran de hate şidandin. Dibe ku dengêjiyê jî weke operayê pêşketin çêkiriba, li gorî fikra min ev hemû bandorê dikin.

Bi kîjan aliyên xwe dişibe dengbêjiyê?

Li gorî min nota û nefesa dengbêjiyê dişibe operayê. Ferqa di navberê de tenê bi Kurdî tê gotin. Mînak Şakîro tîzek bilinde, dengbêjên din jî wisanin. Kurdî guncawî gelek muzîkane û dikare bêgotin. Bêgûman xweseriyên wê hene. Civakên din ên bi operayê re eleqeder, dikevin nava hewildanên cûda, xebatên cûda dan meşandin û opera di cihê xwe de nema, her tim hate guhertin û biparalel pêşket. Muzîka Kurdî feqîr ma. Ez li vir jî bi israr dibêjim bandora jinê heye. Me muzîk tenê girêdayî zilam kir. Kî dizane em niha êşa wê dikêşin. Li gorî min eger rastiya jinê nehatiba jibîr kirin, bawerim dê muzîka Kurdî di astek din de ba.

Çîroka we ya operayê çawa destpêkir?

Berê ez bi hunerên weke wêne, xîzkirin, peyker û dansê ve mijol dibûm, bêgûman muzîk jî di nava vê de bû. Bavê min û meta min dengbêj bûn. Ez ji malbatekî dengbêjan têm. Rojekê hevalên bavê min ên dengbêj li mala me kombûn. Civatek gelek xweş bû. Herkesê stranek got. Wê demê hêj ez biçûk bûm. Wê derê tiştekê bala min kişand, klama Siyabend û Xecê. Ez li ser dê çawa vê klamê vegerînim film; çîroka wê xweş bû û balkêş bû. Wê demê ez fikirîm ka dê çi bikim. Min çîroka Siyabend û Xecê di serê xwe de zindî kir û ez fikirîm ku dê çawa wê vegerînim dîmenê. Dema ku min pêngava destpêkê ya muzîkê avêt, min dersên qalibê operayê dîtin û min di cih de şibandinên wê ên bi dengêjiyê re dîtin. Her çendî ku dîmenên stranên dengbêjan tuneban jî, ez fikirîm ku vegerînim operayê.

We çanda denbêjî û opera gihand hev. Vê çi sûd da muzîka Kurdî û çi bi operayê da qezenc kirin?

Di albûma destpêkê de min şeş stranên operayê gotin. Armanca min ew bû ku bidim diyarkirin, bi her şêweyî muzîka Kurdî dikare bê gotin û li gel vê jî muzîka Kurdî bicîhanê bidim naskirin. Ji zarokatiyê heya niha di fikra min de hebû ku stranên min ji denbêjan guhdar kirî, ji dervey kesimên wî zimanî dizanin, wan çîrokên xweş bigehînim kesimên din jî. Difikirim ku min ev qismek serxist jî. Opera muzîkekî aydê rojavaye û ne şêwazekî yê muzîkê ye ku li Rojhilata Navîn pir tê guhdarkirin, ji ber vê sedemê, ne raste ku ez bêjim min çi sûdek dayê; pêwîste rexnevanên muzîkê û guhdarvan vê biryarê bidin. Lê ev jî heye ku di nav me de kêmahiyên rexnevanên muzîkê hene. Aha ew kêmasî hatiba derbazkirin, belkî îro wan dikarîn birihetî nêrînên xwe bêjin, dikarim vê jî vebêjim; dema ku li Sûriyeyê li Helebê bûm, me bi Îtalyanan re projeyek hevpar got, min ji wan rexneyên pir baş girtin.

Gelo niha eleqeye ciwanên Kurd bo muzîk û operayê heye?

Çawa ku hertişt tê guhertin, muzîk jî tê guhertin. Bitaybet ciwanên me ên bi muzîkê re eleqeder dibin min hîn baştir fêm dikin, ew di vê ferqê de ne ku Mizgîn Tahir dengbêjiyê esad digire. Li gorî min ev tiştek girînge, ji ber ku di encam de pêwîste em koka ku em tîmarkirine jibîr nekîn. Gelek kes hunermendî di qalibekî de tengav dikin, yanî ev têgehiştin heye, Mizgîn Tahir yekem jina Kurd ya operabêje, niha tişta ez dibêjim tenê operaye na, pêwîste mirov kevneşopiya dengbêjiyê jibîr neke. Aha di vê mijarê de ciwanên me baş û berfireh di fikirin. Eger ciwan bi vî awayî berdewam bikin dê serkeftî bin. Weke din jî ez dikarim vê ji bo ciwanan pêşniyar bikin, dema ku perwerdeya deng dîtin, qasî ji destê wan tê bila kevneşopiya dengbêjiyê jibîr nekin û bi wan miqaman re bikin yek û stranên xwe bêjin.

Xebata we ya Orkestra Heskîfê di kîjan astê de ye û heya niha we çend konser dane?

Sazîbûyîn girînge. Pêwîstiya me bi orkestrayekê hebû. Dema ku em ev biryar girt, dema me got em orkestrayê ava bikîn, pêwîstbû me destanek xistiba jiyanê. Qalib qalibê operayê ye, ya rastî me xwest bi qalibekî nêz tiştekê ava bikîn. Me xebata vê meşand, di encam de bi fikra min Orkestraya Heskîfê di astekî erênî de ye. Keda Şaredariya Êlihê di vê orkestrayê de heye, pêwîste neyê ji bîr kirin û dîsan keda NÇM (Navenda Çanda Mezopotamyayê) heye... piraniya Orkestrayê ji xwendekarên me pêktê, ji Akademiya Cegerxwîn û Aram Tîgran. Me konsera destpêkê bi repertuara Dimilkî li ser bîranîna Şehîd Sakîne bi semaha Elewiyan pêkanî û eleqeyekî mezin dît.

Em dizanin ku amadekariyekî muzîkî ya nû ya Orkestraya Heskîfê heye. Mijara wê çiye?

Erê raste amadekariya projeyekî nû heye, niha em difikirin çîroka Şahmîranê vebêjîn. Eger ez kurt agahiyan jî bidim, Şahmîran jinekî ciwan ya di şerekî de tê revandin û tînin Urartuyê ye. Di rastiyê de ew keça kral ya alîgirê şere. Ji ber gelek bêriya xaka jê hatî revandin dike, hertim tengav dibe, agahiyê ji bavê xwe re dişîne. Bavê wê jî dibêje, eger pêwîst bike ew dê ji bo keça xwe Urartuyê birûxîne. Şahmîran dibêje, daxwaza wê xema bêrîkirina Çemê Dîcleyê ye. Li ser vê yekê li Urartuyê qanalên avê têne çêkirin. Navê qanalên Şahmîranê jî ji vir tê. Sedemê ku em li ser vê çîrokê jî rawestiyan, milê jinê yê aştîxwaz û bandora wê ya li ser azadiyê. Weke din jî di navbera Medya û Asûr de şerek demdirêj çêdibe, her du alî jî lewaz dibin, ji bo ev şer bi aştiyane bidawî bibe dikevin nava hewildanan. Asûrî keça Mîrê Medyayê dixwazin. Lê belê jin naxwaze bizewice. Bapîrê wê dikeve navberê û dixwaze jinê îqna bike, daxwaz dike ku ji bo aştî û mirov neyên kuştin bizewice. Li rexmî ku jin naxwaze jî, ji bo aştî pêkwere û mirov nemirin teklîfê qebûl dike. Weke orkestraya Heskîfê me ev guncawî operayê kir û me destanek derxist. Yanî niha proje û xebata me eve. Saleke xebatên me berdewam dikin, bitexmînî dê heya meha Sibatê bidawî bibe.

Li Tirkiyeyê bigiştî li dijî feraseta bazarê ya di qada hunerê de xwedî derketina muzîka Kurd ya li kokê xwe, dana jiyankirina klasîkên Kurdî û performansa vê hûn çawa dinirxînin?

Li gorî fikra min ji dengbêjiyê dûrketiye û ew girêdan qut bûye. Pêwîste ew stranên careke din têne strîn, pir başe ku ji demboriyê têne girtin, lê dema ku têne girtin, divê zirarê nedin xwezaya stranê û ji wê hestê qut nekin. Eger ev gotinên min gotin pêkneyên, her ku diçe dê erzan bibin û wateya xwe winda bikin. Ji nû ve avakirinê tengasî hene. Ev jî tê wê wateyê ku weke berê em nikarin berhemekê ava bikîn. Mînak em temaşeyî Miryemxanê bikîn, her hevokek wê wateyek cûda dide. Di her hevokek wê de hestek heye û di ruhê muzîk û stranê de jî wisaye. Lê niha hest nemane, hestên mirovan ji xwezayê qut bûne. Ji bo min wisan tê ku, niha tu jin nikarin weke Miryemxanê bêjin, nikare binivîse. Dibêjî qey piştî Miryemxanê jin di muzîkê de bêbandor bûne û hestên wan hatine kuştin. Eger di civakekê de jin hatibe kuştin, ew civak jî miriye. Pêwîste rolê jinê di hunerê de hîn zêdetir be. Pêwîste mirov giraniyê bide hilberîna jinê.

Gelo xebatek we ya albûmekî nû heye?

Albûmekî nû bigiştî ji 8 heya 9 stranan pêktê. Hemû muzîk ji aliyê xwendekarê min Mehmût Berasî ve hatine çêkirin. Gotinên stranan jî ji helbesetên kesayetên cûda hatine girtin. Du helbest ên hevjînê min, yek ya hevalê min Şêro û yek jî ya mine, yên din jî ên kesên dinin. Weke din me du stranên Dimilkî jî xistine nav. Opera di vê albûmê de nîne. Hemû tişt nû ye û stranên nû hatine çêkirinn. Armanca min ya herî min di vê albûmê de, girêdana muzîka Mihemed Şêxo û Tehsîn Taha çêbikim. Aranjeya albûmê amadeye, hêvî dikim dê bê ecibandin.