Dengbêjên jin ên Ermen û Kurd çanda xwe gihandin hev
Dengbêjên jin ên Ermen û Kurd çanda xwe gihandin hev
Dengbêjên jin ên Ermen û Kurd çanda xwe gihandin hev
Stranbêja navdar a Muzîka Ermenî ya Klasîk Aşuk Leylê û Dengbêj Gazin, ji bo têkiliya hestan a ji Ermenîstanê heta Kurdistanê bi muzîkê bê xurtkirin, bi hev re derdikevin ser dikê.
Dengbêj Gazin a ji Wanê vexwendî Ermenîstanê hat kirin, li Ermenîstanê dîroka devkî ya Kurdan bi klaman vegot, Aşuk Leylê jî li Kurdistanê stranên Ermenî bilêv kir û bi muzîkê re têkiliya hestewar a navbera her du gelan xurtir dikin. Aşuk Leylê ya ku vegotina travmaya bi êş a malbatên di qirkirina Ermenî ya 1915'an de hatin sirgûnkirin qebûl nekir, tîne ziman ku ji ber hatiye xaka demekê bav û kalên wê lê jiyaye, kêfxweş e.
MALBATA MIN JI ERZÎROMÊ HATIBÛ SIRGÛNKIRIN
Aşuk Leylê ya ku muzîka klasîk a Ermenî tîne ziman diyar dike ku ew bi Ermenîstanê bisînor mane û bi kurtasî bi vî rengî xwe dide nasîn: "Ez zaroka malbateke Ermenî ya di sala 1915'an de ji Erzîromê hat sirgûnkirin im. Lê ez bi xwe li bajarê Cavak ê Gurcîstanê ji dayik bûm. 30 sal in bi muzîkê re mijûl dibim. Piştî Gurcîstanê min li Ermenîstanê perwerdeya ziman û wêjeya Ermenî dît. Ji ber vê yekê min hîndekarî jî kir, li her cihê lê hîndekar bûm bi komên dans û muzîkê re xebitîm. Di sala 1997'an de li Ermenîstanê Dibistana Aşiqên Dîwanî hat vekirin û şensê min hebû ku ji wê dibistanê bûm kesê destpêkê mezûn bû. Di vê demê de min bi sedan stran nivîsand û gelek ji van stranan jî distirêm. Di heman demê de ev stran ji aliyê gelek muzîsyenên din ve hatine gotin û qeydkirin. Min pirtûkek bi navê 'Hasbeximeç' amade kir. Ev pirtûk ji gotinên stranên min pêk tê."
HESTÊN NAVBERA HER DU GELAN WÊ BI HUNERÊ XURT BIBIN
Aşuk Leylê da xuyakirin ku çanda Kurd û Ermenan gelekî nêzî hev e û destnîşan kir ku li gel Dengbêj Gazin derketina ser dikê, hestên navbera her du gelan xurtir kiriye. Aşuk Leylê axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya rast min her tim dixwest bêm vê erdnîgariya lê bav û kalên me jiya ne. Ji ber ku awaz, kinc, xwarin û eşqên Ermen û Kurdan gelekî nêzî hev in. Ji bo xwişk û biratiya li vê erdnîgariyê bê xurtkirin min Dengbêj Gazin a li Wanê dijî vexwend û me konserek dan. Li wir ji bo em çanda xwe ji nêz ve bibînin, em çûn gundên xwe. Niha em bi hev re li Wanê ne. Di ayîna li Girava Ahtamarê de em bi hev re derketin ser dikê. Li Ahtamarê stranên Kurdî û Ermenî bi hev re ahtin gotin. Min hem bi Ermenî hem jî bi Kurdî stran got. Dengbêj Gazin jî klama li ser feryada keçeke Ermen a bi zorê hat ragirtin, vegot. Bi dîtina min, divê em xwişk û biratiya xwe de di hestan de bigihînin hev. Li Ermenîstanê em bi hev re derketin ser dikê û atmosfereke gelekî hestewar derket holê. Îro jî tilîliyên li Wanê ji bo stranên me bilind dibe, ev yekîtiya hestan xwedî cihekî taybet e."
JI ERMENÎSTANÊ HETA KURDISTANÊ KLAMÊN ME WÊ BIGIHÊJIN HEV
Dengbêj Gazin da xuyakirin ku ew bi Aşuk Leylê re li Ermenîstanê derketiye ser dikê û destnîşan kir ku ew ê niha li Kurdistanê çanda hevpar a gelan bigihînin hev. Dengbêj Gazin got, "Weke endama Koma Jinê ya Dengbêjan a Wanê, bi Aşuk Leylê re em hatin cem hev û li Ermenîstanê di konserekê de em bi hev re derketin ser dikê. Ji ber ku çanda Kurd û Ermen ji heman rengî ne, min xwest bi Aşuk Leylê re rûnêm û hat qebûlkirin. Niha jî em li Girava Ahtamarê derketin ser dikê. Aşuk Leylê bû wesîle ku çanda gundên wan, bawerî û hunera wan nas bikim. Niha jî ew ê li navçeya Reşadiye ya Wanê cihê lê ji dayik bûm û mezin bûm bigere, çand û hunera Kurdan nas bike. Piştî Wanê em ê li Stenbolê di çalakiyeke hevpar a Kurd û Ermenan de derkevin ser dikê."