Demsala Şanoya Bajêr a Amedê vedibe

Demsala Şanoya Bajêr a Amedê vedibe

Demsala nû ya Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sibê destpê dike. Şano bi lîstika "Daweta Xwînî" ya nivîskarê Spanî Lorca destpê dike.

Şanoya “Daweta Xwînî” ku amadekariyên wê ji aliyê derhêner Ferhat Keskin, amadekariyên xemlandinê Serdar Geren, amadekirina cil û ber Îsmaîl Oyur û koreografiya wê jî Serhat Kural  hatiye kirin, behsa doza xwînî dike ku ser wê hatibû girtin, lê belê bi reva bûkê ya ji dawetê ji nû ve destpê kiribiye.

Şanoya bajêr, berhema Spanî 'Daweta Xwînî' digihîne çanda dawet û dengbêjiyê ya Kurdî.

Derhênerê Hunerê yê Giştî yê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ruknettîn Gun da xuyakirin ku şanoya zarokan jî dê bi lîstika bi navê Palyaçoya Winda destpê bike.

Palyaçoya Winda wê her rojên Yekşemê di saet 11.00’an de bi temaşevanên xwe yên zarok re bêne gel hev.

Di vê demsalê de wekî din bi zaravayê dimilkî wê serpêhatiya zarokê Kurd a bin navê “Pîrê û Luye” were pêşkêşkirin.

Her wiha di vê demsalê de lîstika bi navê “Danişîna Zimanekî” ku Yakûp Tîlermenî nivîsiye destpêka leyistika xwe bike.

“Daweta Xwînî” wê di TAKSAV (Weqfa Ji bo Lêkolînkirina Huner û Çanda Giştî) ku Festîvala Şanoyê ya Enqereyê amade kiriye wê di 19’ê Mijdara 2013’an de saet di 20.00’an de li Şanoya Dewletê li ser dika Şinasî derkeve were pêşkêşkirin.