Demîrtaş: Hilbijartinên giştî firsendeke

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî 2'yemîn Konferansa Derya Spî ya Partiya Çep a Ewropa ya li Otelek Hîl a Taksîmê bû got ku hilbijartinên 2015'an ji bo AKP'ê paşde bibin derfetekî gelek mezin e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî 2'yemîn Konferansa Derya Spî ya Partiya Çep a Ewropa ya li Otelek Hîl a Taksîmê bû got ku hilbijartinên 2015'an ji bo AKP'ê paşde bibin derfetekî gelek mezin e û wiha axivî: "Li hemberî hikûmeteke ewqas zilm dike, heke partiyek bi esasên azadî yên gerdûnî serketinê pêk neyne ev dê weke têkçûna çep derbasî dîrokê bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tevlî 2'yemîn Konferansa Derya Spî ya Partiya Çep a Ewropa ya li Otelek Hîl a Taksîmê pêk hat bû. Serokwezîrê Kantona Efrînê Hêvî Îbrahîm Mistefa, Alîkarê Serokwezîrê Kantona Kobanê Halît Îbrahîm, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Berdevkê Tevgera Yekîtiya Hezîranê Alper Taş û gelek kesên din tevlî konferansê bûn. Piştî axaftina vekirinê ya ji aliyê Hevseroka Giştî ya ODP'ê Bîlge Seçkîn ve hate kirin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî.

'ROJAVA Û YEWNANÎSTAN HÊVIYÊN ME MEZIN DIKE'

Demîrtaş diyar kir ku di serdemeke hêviya gelên bindest mezîn bû konferans lidarxistin gelek girîng e û wiha got: "Geşedanên li Yewnanîstan û Rojava pêk tên hêviyên me mezin dike. Dîroka berxwedan li Tirkiyeyê nû nîn e. Axa Mezopotamayayê yekemîn car berxwedanê ya li hemberî zilmê nabîne. Ji dîroka Komarê heya niha ti caran hêviya serketinê ewqas zêde nebû. Erê polîtîkaya zilmê ya AKP'ê heye. Lê divê civak li hemberî AKP'ê nekeve nava panîkekê. Ji ber ku civakê li hemberî hemûyan têkoşîn kir û ji wê demê derket. Niha AKP dixwaze vê yekê dubara bike. Rihê berxwedanê li ser vê axê heye. Heya baweriyê bi vê yekê neynin serketin çênabe."

'HILBIJARTINÊN GIŞTÎ FIRSENDEK E'

Demîrtaş anî ziman ku hilbijartinên 2015'an ji bo AKP'ê paşda bibin derfetekî gelek mezin e û wiha axivî: "Li hemberî hikûmeteke ewqas zilm dike heke partiyek bi esasên azadî yên gerdûnî serketinê pêk neyne ev dê weke têkçûna çep derbasî dîrokê bibe. Em weke partî vê yekê qebûl nakin û ji bo serketina vê yekê em ê têkoşînê bikin. Ev yek ji bo me xeyal nîn e."

'ÇIQASÎ PIŞTEVANÎ MEZIN BIBE WÊ ŞANSÊ ME ZÊDE BIBE'

Demîrtaş da zanîn ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê şoreşekê pêk nayne lê ji bo AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdaran wê asteng bike û wiha pêde çû: "Ev hilbijartin wê di asta gerdûnî û heremî de pêşiya tifaqên nû veke. Tifaqên em çêbikin wê ji bo em hin tifaqên mezin çêbikin rê veke."

ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE

Demîrtaş bilêv kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û ji cîhanê re peyamek mezin dide. Li vir jin tên qetilkirin û divê hemû jin berê xwe bidin Rojava. Ji ber ku li wir azadiya jinê heye. Em jî ji ber wê dibêjin 'HDP partiyek jinan e' Partiya azadiya jinê hedef negire ji têkçûnê re mehkûm e."