Colemêrg: Divê dibistanên Kurdî zêde bibin
Colemêrg: Divê dibistanên Kurdî zêde bibin
Colemêrg: Divê dibistanên Kurdî zêde bibin
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Behzat Colemêrg xwest dema perwerdeyê ya 2014-2015 a li Tirkiyeyê bê boykotkirin û banga tevlîbûna li perwerdeyên Kurdî yên TZP Kurdî li herêmên pîlot bide destpêkirin û zêdekirina van dibistanan li Kurdistanê kir.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Behzat Colemêrg da xuyakirin ku îro li her parçeyên Kurdistanê pêşketin hene û bi taybetî bal kişand ser destketiyên bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hatine qezençkirin. Colemêrg ragihand ku wezîfe û berpirsyariya li Kurdistanê dikeve ser milê her kesî xwedîderketina li pêvajoya neteweyîbûyîna demokratîk e û got, "Xwedîderketin jî bi xebatê ve girêdayî ye."
Colemêrg diyar kir ku di nava xebatên Xweseriya Demokratîk de wezîfeya herî girîng xebatên perwerdeyê ye û got, "Ziman û perwerde jênevegerên jiyana mirovan e."
Colemêrg bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û sîstema perwerdeyê ya yekparêz a li Tirkiyeyê û xwest alternatîf bên destnîşankirin. Colemêrg got, "Ji ber vê yekê divê perwerdeya bi zimanê dayikê esas bê girtin."
Colemêrg da xuyakirin ku sembolîk be jî pêwîste xwendekar bi hêzeke mezin beşdarî boykota hefteyekê ya destpêka dema nû ya perwerdeyê bibin û bi taybetî bang li dê û bavan kir. Colemêrg got, "Li van dibistanan keyasetî tê helandin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Mirov li van dibistanan cewhera xwe winda dikin. Ji ber vê yekê divê Kurdistanî bêyî dudilî hefteyekê dibistanan boykot bikin."
Colemêrg weke alternatîf bal kişand ser pêkanîna herêma pîlot a TZP Kurdî û bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişîne dibistanên ji aliyê TZP ve hatine vekirin.
TZP Kurdî, Mala Piştgiriya Perwerdeyê û Egîtîm-Senê biryar dabûn ku li 3 bajarên weke herêmên pîlot hilbijartine, bingeha perwerdeya bi Kurdî deynin. Li sê navçeyan wê ji 300 xwendekaran re îsal di 15'ê Îlonê de perwerdeya bi Kurdî bê dayîn. Ji bo van dibistanan, navçeya Amed Baglar, navçeya Colemêrg Gever û navçeya Şirnex Cizîrê weke herêmên pîlot hatin hilbijartin.
Colemêrg got, "Divê hemû malbat şandina zarokên xwe ji bo van dibistanan esas bigirin. Banga me ya bingehîn bi vî awayî ye."
Colemêrg xwest zîhniyeta netewe dewletê bê redkirin û destnîşan kir ku alternatîfa vê jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye.