Cenazeyên şervanê YPG'ê û şervanê MLKP'ê hatin definkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) û şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Edenê hatin definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) û şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Edenê hatin definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) û şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ên di pevçûnên Pêngava Azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Edeneyê. Bi hezaran welatiyên li xaçerêya Karasu cenazeyê Artan û Aslan pêşwazî kirin heya goristana Kuçukovayê meşiyan. Di meşê de pankartên "Emre Aslan û Artan nemiriye" bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" berz kirin û alên PKK, KCK, YPG YDG-H û MLKP’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) û Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) hatin hilgirtin. Girseyê di meşê de tim bi sirûdên “Bijî rojava”, “Çerxa Şoreşê” û “Herne pêş” xwendin.

Di merasîma cenaze de Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) ji bo şervana merasîmek leşkerî pêk anîn. Piştî merasîma YDG-H'ê cenazeyê şervanê YPG'ê Artan û endamê MLKP'ê Aslan li goristana Kuçukovayê hatin definkirin.

Di merasîmê de bavê şervanê YPG'ê Artan, Abdullah Hekîm Artan axivî û diyar kir ku kurê wî ji bo rûmeta mirovahiyê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku kurê wî şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Dîsa birayê şervanê MLKP'ê Emre Aslan, Alî Aslan jî diyar kir ku birayê wî xiyalê xwe yê azadiyê bicih anî.