Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Cegerxwîn li ser gora xwe hate bibîranîn

Helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn (Seydayê Cegerxwîn), di 29’emîn salvegera koça dawî de, li ser gora xwe, hate bibîranîn.

Saziya Zimanê Kurdî (SZK), bi beşdariya nunerên Tevgera Civaka Demokratîk, Navenda Zanist û Perwerdeyê ya Jinan, Konfedresyona Xwendekarên Kurd yên Welatparêz, Saziya Ramanê ya Nûrî Dersimî, nivîskar, rewşembîr û Navenda Rewşen Bedirxan a Jinan Seydayê Cegerxwîn bibîr anî.

Bi munasebeta bîranînê, li ser gora Cegerxwîn a li hewşa mala wî ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de li ser navê SZK, Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan, Tevgera Civaka Demokratîk û Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî axaftin hatin kirin. Di hemû axaftinan de li ser rola Cigerxwîn a di wêje, helbesta Kurdî û perwerdeya zimanê kurdî de hate rawestîn.