Cegerxwîn, li Navenda Çandê ya bi navê xwe hat bîranîn
Cegerxwîn, li Navenda Çandê ya bi navê xwe hat bîranîn
Cegerxwîn, li Navenda Çandê ya bi navê xwe hat bîranîn
Helbestvanê Kurd Cegerxwîn, di 29. salvegera ji destdayîna jiyana xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn li Amedê, bi merasîmekê hat bîranîn.
Merasîma bîranînê li salona sînema ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn li Şaredariya Peyasê pêk hat û li gel rêveberên şaredariyê û endamên meclîsê gelek kes beşdar bûn.
Di bîranînê de destpêkê dokûmantera bi mijara jiyana Helbestvanê Kurd Cegerxwîn hat nîşandan.
Li dû vê nîşandanê rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn Servet Denîz axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Cegerxwîn li herêmê û li Tirkiyê ji civaka Kurd re pêşengî kiriye û ked û xebata wî hêz daye wan.
Endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê Celal Efe dûre peyivî û got, "Cegerxwîn seydayekî mezin e ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi helbestên xwe aniye ziman. Bi berhemên xwe yên daye wêjeya Kurd re, mîrateyek mezin ji nifşên nû re hiştiye. Weke şaredarî, xwedîderketin û dewamkirina vê çandê ji aliyê ciwanên me ve, hêviyên me mezin zêde dikin."
Bîranîn bi xwendina helbest û stranên ji berhemên helbestvan ji aliyê ciwanên di beşa muzîkê ya navenda çandê de cih digirin, bi dawî bû.