Cangoriyên qirkirina Dêrsimê li Stenbolê hatin bibîranîn

Yên di qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.

Federasyona Komeleyên Dêrsimê ji bo bibîranîna cangoriyên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn li Qada Galatasarayê çalakiya bibîranînê li dar xist. Di bibîranînê de zêmarên bi Kirmanckî hatin strandin û xwestin ku bila hesabê qirkirina Dêrsimê were dayîn.


Federasyona Komeleyên Dêrsimê ji bo bibîranîna cangoriyên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn li Qada Galatasarayê çalakiya bibîranînê li dar xist. Di çalakiya bibîranînê de wêneyên kesên hatine sirgunkirin û windakirin hatin hildan. Li qadê zêmarên bi Kirmanckî hatin strandin û vegotinên şahidên komkujiyê yeko yeko hatin xwendin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê lijneya rêveber ê Federasyona Komeleyên Dêrsimê Ûlaş Yegîn hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, 80 sal berê îro li ser navê tevgera tedîp û tenkîlê, bi sed hezaran zarok, mêr, jin, kal û pîr hatin qetilkirin û sirgunkirin û qirkirinê de baweriyên Dêrsimê hatin qedexekirin û erdnîgariya Dêrsimê hate tarûmarkirin.

PÊKUTIYÊN LI SER DÊRSIMÊ ÎRO JÎ HEYE!

Yegîn diyar kir ku, di salên 1990’î de bi hinceta şer nêzî 400 gund hatin valakirin û polîtîkayên wan salan îro jî li dar e û got, “Ji sedî 30’yê axa me qedexe ye û bi hinceta ewlekariyê gundî nikarin biçin zozanên xwe. Ji aliyê din ve jî Şaredarên Dêrsimê hatine girtin û qeyyûm li şûna wan hatiye peywirdarkirin. Piştre jî dewletê qeyyûm şand şûna qeyyûmê xwe.” Yegîn daxwazên xwe jî wisa rêz kir, “Divê arşîvên qetlîamê werin eşkerekirin û hesap were pirsîn. Ji gelê Dêrsimê lêborîna fermî bixwazin û lîsteya zarokên sirgun û winda werin diyarkirin. Divê cihê gora Seyît Riza were eşkerekirin. Em azadiyê ji ziman û baweriya xwe ya Elewîtiyê dixwazin. Bila projeyên bendavan werin betalkirin.”

Piştî daxuyaniyê hunermendên Dêrsimê Mehmet Ekîncî, Vedat Baran, Cengîz Saglam, Mûsa Bakî û TaylanYildiz zêmarên li Dêrsimê strandin.