Çanda Kurd li Osnabruckê hat nasandin

Çanda Kurd li Osnabruckê hat nasandin

Kurdên ku beşdarî şahiya ji aliyê Şaredariya Osnabruck û Meclîsa Koçberî û Ahengiyê ve hat organîzekirin bûn, bi sê standan çanda Kurd bi Elmanan dan naskirin.

Li gel baranê jî zêdeyî 50 komên etnîkî beşdarî şahiyê bûn. Di şahiya li Meydana Marktplatz a Osnabruckê de, 3 ji standan ên Kurdan bûn.

Li standên ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Osnabruckê hat organîzekirin de, jinên Kurd bi kincên gelêrî, xwarina mutbea Kurdan pêşkêşî beşdarên festîvalê kirin. Di standa agahdarkirinê de jî di mijara komkujiyên DAIŞ'ê yên li Şengal û Rojava de belavok hatin belavkirin.

Di şahiyê de "Govenda Kurdî" derket ser dikê û Koma Zîlan a Govendê jî bi performansa xwe bal kişand. Şahî saet di 19:30 de bi dawî bû.