‘Çanda Dengbêjiyê ji bo gelê me nasname ye’
‘Çanda Dengbêjiyê ji bo gelê me nasname ye’
‘Çanda Dengbêjiyê ji bo gelê me nasname ye’
Çanda Dengbêjiyê, ji ber kêmasiya dîroka nivîskî di warê ragihandina dîrokê de ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Yek ji dildarên dengbêjiyê gerîla Nûman Mûş dibêje, "Çanda dengbêjiyê ji bo gelê me nasname ye."
Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Nûman Mûş ji ANF'ê re girîngiya çanda dengbêjiyê ji bo gelê Kurd nirxand.
Mûş da zanîn ku ji ber dîroka gelê xwe bi hezaran salan bi vê çandê re nasiye, ew qîmeteke giranbiha didin çanda dengbêjiyê. Mûş got ku; “ev çanda dengbêjî çanda di nava herikîna dîrokê de nifş bi nifş hatî dewirkirin û roja îro jî berdewam dike ye.”
‘EZ DI 8 SALIYA XWEDE FÊRÎ DENGBÊJIYÊ BÛM’
Nûman Mûş diyar kir ku, di malbata wan de gelek kes stranên dengbêji distirin û li ser gotina stranên dengbêjiyê wiha dirêjî da axaftina xwe; “Ez di 8 saliya xwe de bûm. Di mala me de televîzyon nîn bû.Tenê teyîbekî mezin di malê de hebû. Me tevahî malbatê li ser wê teyîbê mezin guh dida stranên dengbêji. Hwd. gelek caran malbata min li hev diciviyan û ji hev re stranên dengbêjî digotin.”
Mûş di temenê xweyî 8 salî ye de baldariya xwe dide ser stranên dengbêjî û ji zaroktiya xwe de dest bi gotina stranên dengbêjiyê dike. Her wiha Mûş, ji ber bi eslê xwe ji herêma Serhedê ye, li ser çanda herêma lê mezin bûye van nêrîn anî ziman; “Herêma me serhed e. Ji ber ku bi xwedîkirina ajalan re eleqeder dibin û her wiha ji çanda xwe dûr neketine, çanda dengbêjî, jikûr de dijîn.”
Gerîla Mûş piştî digihêjê temenê xwe yê pijiyayî, ji bo xwendin û ji debara malê re bibe alikar berê xwe dide metrepolên Tirkan. Mûş, çûna xwe ya metrepolan bi van gotinan anî ziman; “piştî ez çûm metrepolan, tiştê yekem min ji bîrve kir stranên pêşiyan ango dengbêjî bû. Ji vê bîrvekirinê û şûnde min hemû rastiyên xwe yên kurdîniyê ji bîrvekirin.”
Êdî Mûş, bi zimanê tirkan jiyana xwe didomîne. Ew êdî ji hayîbûna kurdîniya xwe dûr dikeve, da ku dest bi lêgerîna xwe ya ku wî rojek ji rojan ber bi rastiya wî ve dibe. Mûş, piştî wan legêrînan di sala 2012 an de berê xwe dide çiyayê Kurdistanê. Ew çûna xwe ya çiyan, weke pêkanîna xewnên xwe yê zaroktî digire dest û di nava demekî kin de fêrî jiyana gerîla dibe. Ew ji bo xwe rûpelekî nû vedike da ku rastiyên xwe ji nûve li ser jiyane bineqişînê. Gerîla Nûman Mûş, li çiyayên Kurdistanê de vegera li cewherê xwe, bi nivîsandina stranên dengbêjî li ser rêhevalên xweyî Şehîd re destpê dike. Mûş, di derbarê nivîsandina stranên dengbêjî wiha axivî: “li gel me çar heval şehîd ketin. Cara yekem min şahidiya rastiya şer û şehadetê dikir. Ev bûyer di aliyê hestiyarî de gelekî li ser min bandora xwe kir. Li ser wê min ji xwe re got; ‘ezê li ser van hevalan stranên dengbêji binivisînim,’ ji bo ku ev rastî ti caran neyên ji bîrkirin. Ji ber dengbêjî rastiya ku ti caran nayê windakirine.”
‘BILA CIWANÊN KURD XWEDÎ LI ÇANDA DENGBÊJIYÊ DERÊN’
Mûş dest nîşan kir ku ewê nivîsandina stranên dengbêjî ye bidomîne û herî dawî li ser Nûman AMED ku di 31’î Kanûn a sala 2011’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da de stranekî denbêjî nivîsandiye. Mûş di axaftinên xwe de cih da van hevokan; “Her kes dikare stranên ji rêzê bêjê lê her kes nikare stranên dengbêji û kilamên dengbêjiyê bibêjê. Ez dibêjim di roja îro de bila ciwanên welatparêz xwedî li vê çanda me ya kevnar derkevin û bidin jiyîn.”
Mûş herî dawî hezkirina xwe ji vê çandê re bi van rêzenivîsan anî ziman; “Ez weke kes ti caran heskirina xwe ya ji vê çandê re winda nekim berevajî ezê pêş bixim û xwedî lê derkevim, êdî cihê ez lê dijîm cihê pêşdebirina çanda dengbêjîyê ye û ez ti caran dev ji gotin û guhdarkirina dengbêjiyê naberdim. Banga min jî ewê ku bila ciwanên kurd xwedî çanda dengbêjiyê derkevin”