Malbatên Karker ên li Dadê Digerin, di çalakiya 39’emîn a Nobeta Wijdan û Dadê de diyar kirin ku berpirsê cinayetên karkeran karsaz û dewleta xwediyê berpirsyartiya kontrolkirinê ye û careke din xwestin berpirs bêne darizandin.
Malbatên karkerên ku di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dan, weke her carê vê carê jî çalakî pêk anîn û çalakiya îro jî ya 39’emîn bû.
Malbatên karkeran ber Dibistana Amadeyî ya Galatasaray a Stenbolê li hev kom bûn û bi dîwarên dibistanê ve pankarta “Li Tirkiyeyê her roj 5-8 karker jiyana xwe ji dest didin. Ev ne qeza ne, cinayet e! Ma wijdana we tune ye” kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşm hatin qîrîn.
Malbatên Karker ên li Dadê Digerin, di çalakiya 39’emîn a Nobeta Wijdan û Dadê de diyar kirin ku berpirsê cinayetên karkeran karsaz û dewleta xwediyê berpirsyartiya kontrolkirinê ye û careke din xwestin berpirs bêne darizandin.
Li ser navê malbatan Bariş Kiyak axivî û diyar kir ku ji bo ew bêjin êdî bes e ji bo cinayetên karkeran, çalakiya nobeta dad û wijdanê dane destpêkirin û da zanîn ku weke li her welatî, li Tirkiyeyê jî roja 28’ê Nîsanê Roja Bîranîn û Şîna Karkerên di Cinayetên Kar de jiyana xwe ji dest dane ye û daxwaz kir ku ev roj li Tirkiyeyê jî bê nasîn.
Piştî daxuyaniyê rojnamevan Gokhan Bîçîcî pirs ji malbatên karkeran pirsîn.