Boykota zarokên Kurd li Stenbolê deng veda
Boykota zarokên Kurd li Stenbolê deng veda
Boykota zarokên Kurd li Stenbolê deng veda
Boykota dibistanê ya ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, ne tenê li Kurdistanê li metropolên Tirkiyê jî deng veda. Li navçeyên Stenbol Şîşlî, Ataşehîr, Sancaktepe, Fatîh, Bagcilar û Eyupê, zarokên Kurd û malbatên wan bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê li kolanan bûn.
Li Şîşliyê ji ber boykota dibistanê li ber Dibistana Seretayî ya Fûat Soylû ya Okmeydani daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiya bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Şîşliyê de gelek xwendekar û malbatên wan amade bûn. Hevserokê BDP'ê yê Navçeya Şîşliyê Mahmût Çavli li vir daxuyanî da û destnîşan kir ku divê mafê perwerdeya zimanê dayikê ji xwedî re bê dayîn û pergala perwerdeyê jî li gorî pîvanên gerdûnî bê sererastkirin.
ATAŞEHÎR
Li Ataşehîrê xwendekarên Kurd û malbatên wan li ber Dibistana Seretayî ya Necatî Bey hatin cem hev. Hevseroka BDP'ê ya Navçeya Ataşehîrê Nûray Candan di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ziman parçeyek ji nasnameya mirovane û got, "Ziman mîrateye herî giranbuha ya çandî ya mirovekî-ê ye. Lewma mafê her kesî heye ku zimanê xwe yê dayikê biparêze, biaxive, bi pêş bixe û pê perwerdeyê bibîne."
SANCAKTEPE
Çalakiya boykotê ya bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Sancaktepeyê hat lidarxistin jî, li ber Dibistana Seretayî ya Kemal Turkler pêk hat. Hevseroka BDP'ê ya Sancaktepeyê Elîf Gul li vir daxuyanî da û diyar kir ku divê hemû astengî û qedexeyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û got, "Ziman mijara sereke ya li ser bazarî neyê kirin e. Ji ber vê yekê, eger aştiyeke bi rûmet dê bibe, hingî ev bi perwerdeya zimanê dayikê gengaz e."
FATÎH
Rêxistina BDP'ê ya Fatîhê jî, li gel malbatên xwendekaran li ber Dibistana Seretayî ya Katîp Kasim daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê BDP'ê yê Fatîhê Mûrat Canoglû li vir peyivî û xwest "sonda tirkan" a her sê bi zarokan tê xwendin bê rakirin.
BAGCILAR
Rêxistina BDP'^ê ya navçeya Bagcilarê jî li ber Dibistana Seretayî ya Malazgîrt a li Taxa Demîrkapiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberê BDP'ê yê navçeyê Mehmet Kûrt daxuaynî da û xwest perwerde bi zimanê dayikê bê dayîn û "sonda tirkan" bê rakirin. Di çalakiyê de timî dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" hat qîrîn.
EYUP
Li Eyupê li ber Dibistana Serertayî ya Ş. Kûbîlay, bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê çalakiyek bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê hat lidarxistin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Eyupê Zubeyde Aktay li vir daxuyaniyek da û got, "Gelê Kurd beriya her tiştî dixwaze hemû qanûnên yekperestî, nîjadperest û asîmîlasyonê bên guhertin û hemû astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî li her qada jiyanê, bên rakirin."