Binçavkirin li Edene, Mêrsîn û Çewlikê dewam kirin

Li navçeya Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê, navçeya Tarsus a Mêrsînê û Kanîreşa Çewlikê di encama serdagirtina malan de 59 kesên di nav de rêveberên HDP û DBP'î jî hene hatin binçavkirin.

Li navçeya Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê, navçeya Tarsus a Mêrsînê û Kanîreşa Çewlikê di encama serdagirtina malan de 59 kesên di nav de rêveberên HDP û DBP'î jî hene hatin binçavkirin.

EDENE

Polîs û leşkeran li navçeyên Seyhan û Yuregîr ên Edene bi ser gelek malan de girtin û 35 kes binçav kirin. 35 kesên di nav de zarok jî hene bi îdîaya "Endamên YDG-H'ê" û tevlî bûyerên 3 rojên dawî yên li Edeneyê pêk hatin bûne hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin ên hatin zanîn wiha ne: Endamê HDP'ê Cemîl Demîr û Mustafa Azboy û welatiyên bi navê Mevlît Kutlî, Mecnun Hasanoglu, Velat Hasanoglu, Şîrîn Serdar Dayanan, Ahmet Dayanan, Yusuf Dayanan, Agît Tarhan, Hakki Arslan, Agit Yagiz, Emre Yagiz, Ergîn Ozer, Mustafa Ozer, Osman Ozer, Halef Ozer, Bahrî Kaplan, Ferhat Kaplan, Şahîn Tan, Alî Kaya, Ş.A. (17) û Ç.B. (17) û 13 kesê navên wan nehatin zanîn.

Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û Fermandariya Cendirmeyan a Yuregîrê tên girtin.

MÊRSÎN

Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê bi heman hincetê bi serdagirtina malan de 21 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Şerîf Geyîk, Murat Polat, Îzzet Erel, Orhan Çakmak, Hamza Çîçekçî, Îlhan Işiksal, Atîlla Ozmen, Îrfan Çakmak, Ahmet Çakmak, Eyup Demîrata, Diyar Şeker, Vedat Nas, Danyal Nar, Îbrahîm Nar, Mehmet Yaman, Mehmet Muho, Bariş Ozer, Saît Kinik, Eşref Tarim, Nîmet Saîn û Kenan Akkuş in.

Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a navçeyê tên girtin.

ÇEWLIK

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê jî rêveberê navçeyê yên DBP’ê Azîz Akdamar, Muxtarê KiraçtepeYavuz Aksoy û ji gundê Kargapazar Mehmet Tirpanci hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.