Bi sedan rewşenbîran îmzeyên piştgiriyê radestî HDP’ê kirin

Bi sedan nivîskar, helbestvan, hunermend û akademîsyenên bi şîara "Beyî hêza xiyala jiyaneke din bê windakirin… ‘Wextê Şiyarbûnê’ ye” diyar kirin wê piştgiriyê bidin HDP’ê, îmzeyên xwe yên piştgiriyê radestî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag kirin.

Bi sedan nivîskar, helbestvan, hunermend û akademîsyenên bi şîara "Beyî hêza xiyala jiyaneke din bê windakirin… ‘Wextê Şiyarbûnê’ ye” diyar kirin wê piştgiriyê bidin HDP’ê, îmzeyên xwe yên piştgiriyê radestî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag kirin. Yuksekdag got, “Em ê li gorî bawerî û desteka wan tevbigerin. Em ê heta dawiyê van daxwazên wan biparêzin û ji bo bicihanîna van daxwazan weke partî em ê bixebitin."

Komek rewşenbîr bi temsîla 853 nivîskar, helbestvan, rojnamevan, akademîsyen û hunermendên li Stenbolê, bi serenava "Beyî hêza xiyala jiyaneke din bê windakirin… ‘Wextê Şiyarbûnê’ ye” diyar kirin wê dengê xwe bidin HDP’ê, li Navenda Giştî ya HDP’ê bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag re hatin gel hev.

ÇIMA HDP?

Rewşenbîrên bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan, bal kişandin ser sedema piştgiriya xwe, gotin ku HDP, wekhevî, aştî, azadî û demokrasiyê diparêze.

Di dewama daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin:

"Ji ber ku li gorî bîr û baweriya me divê gelê Kurd karibe çarenûsa xwe bi rêbazên demokratîk bi xwe diyar bike; ji bo ku hemû zextên şoven û her şêwe astengiyên qanûnî yên li pêşiya hemû çand û baweriyan, Elewî û gelên qedîm ên Anatoliya Navîn werin rakirin; ji bo perwerde bi awayekî laîk, hemdem û bi zimanê dayikê were kirin; ji bo ku nêzîkatiya zayendîperest a li hemberî takekesên LGBTÎ û jinan bên bidawîkirin, em ji raya giştî re ragidihînin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de em amade ne destekê bidin HDP'ê û bi awayekî dildar ji bo HDP'ê bixebitin."

YUKSEKDAG: EM Ê HETA DAWIYÊ VAN DAXWAZAN BIPARÊZIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di axaftina xwe ya li civînê de got, "Ez careke din hevalên me yên ku îro îmzeya 853 rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û entelektûel anîne, silav dikim. Ji bo me cihê rûmetê ye ku em wan îro li navenda partiya xwe pêşwazî dikin. Em ê li gorî bawerî û desteka wan tevbigerin. Em ê heta dawiyê van daxwazên wan biparêzin û ji bo bicihanîna van daxwazan weke partî em ê bixebitin."