Bi germbûna global re Sibîrya wê xwe ji jiyanê re veke

Pêşbîniya wê tê kirin li Sîbîrya ya Rûsyayê ji ber germbûna global wê qadên ku mirov bikaribin lê bijîn berfireh bibin, her wiha gelek kesên ku ji ber germbûna global a herêmê baz didin wê xwe li Sibirya bigirin.

Sibîrya ku bi xaka xwe ya bi berfirehiya 13 milyon kîlemetreyî û serê berfirehiya kîlometreyekê 3,5 kes lê dimînin, bi berf û qeşayê xwe ya zêde tê zanîn. Sibîrya ya ku ji ber sermayê weke devereke ku mirov nikare lê bijî tê zanîn, ji ber germbûna global tê gotin wê ji bo mirovên ku ji herêmên cuda, ji ber germbûna global direvin bibe qada nû ya jiyanê.

Li gorî lêkolîna zanyarên Rûs û Emerîkî heke germbûna global wiha bidome ji ber helandina berf û qeşayê xaka berfireh a Sîbirya ji bo jiyanê wê guncav bibe. Li gorî vê Sîbîrya ya ku germbûna wê ya giştî ya salê hê 5 pîle ye, 2080'yî, çile wê di navbeyna 3,4 û 9,1'ê de be.

Di lêkolînê de hate gotin bi zêdebûna germê re beşekî girîng ê Sibirya wê bibe xwedî iklîmeke ku mirov bikaribe lê bijî. Pispor dibêjin, bi helîna ber û qeşayê re, li herêmên sartir, ên bakur jî mirov wê bikaribin bijîn. 

Li gorî lêkolînê li Sibîryayê qadên jiyanê di navbeyna 3-9 caran de li ya berê wê zêdetir bibin.