Bi dikana xwe 17 sal in debara xwe dike

Reyhan Gun, dikana xwe ya li Meletiyê veguherandiye mîna navendeke xweza û çandê. Gun 17 sal in debara xwe bi vî rengî dike.

Reyhan Gun (56) bi eslê xwe ji Agiriyê ye û li Meletiyê dimîne. Piştî ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, sala 2002'an dikaneke biçûk vekir ku karibe debara xwe bike. Gun dikana xwe bi kulîlk û pirtûkan dagirt û li taxê qadeke jiyanê afirand. Bi kulîlkên xwe, her wiha bi dengê çûkên ku xwedî dike, kolana ku dikan lê ye veguherandiye navendeke çand û xwezayê.

Gun anî ziman, bavê wê hewl da di emrê biçûk de wê bizewicîne û got, "Bavê min biryar da ku min bi zilamekî dewlemend re bizewicîne. Min nexwest bi wî re bizewicim. Wê demê kurekî min jê hez dikir hebû li gund, bi wî re em reviyan Stenbolê. Demeke dirêj em li Stenbolê man. Piştre hevserê min jiyana xwe ji dest da. Di nava şert û mercên gelekî giran de xebitîm û min zarokên xwe mezin kir. Herî dawî min biryar da ku li Meletiyê bi cih bibim. Demeke dirêj e li Meletiyê me.

Min li Meletiyê bi keda xwe xaniyek kirî û her kar kir. Min dest bi firotina pirtûkan kir. Vê marketê 17 sal in didomînim, pirtûkan difiroşim. Xwendin û nivîsandina min nîne, lê belê gelekî hez ji pirtûkan dikim. Pirtûk bûne parçeyek ji jiyana min. Muşteriyên tên pirtûkan ji min re dixwînin û ev jî bi xweşiya min diçe. Li dijî her şêwe zehmetiyan li ber xwe didim."