Belediyespora Amedê bû Amedspor
Belediyespora Amedê bû Amedspor
Belediyespora Amedê bû Amedspor
Kulûba Belediye Spor a Şaredariya Mezin a Amedê di kongreya xwe ya asayî de navê xwe guhert û navê kulûba sporê bû Amedspor. Li ser logoya Amedsporê Sûrên Amedê û serê du bazan hene.
Kulûbeya Belediyesporê ya Şaredariya Mezin a Amedê Komcivîna xwe ya giştî li Salona Burhan Karadenîz Cep Sîmenayê pêk anî. Doç. Dr. Ahmet Yildirim, Lutfu Yilmaz û Zozan Erek bûn endamên dîwanê û di destpêka komcivînê de rapor hatin xwendin. Her wiha xebatên kulûbê bi sînevîzyonê hatin nîşandan. Yildirim bal kişand ser girîngiya sporê û bi bîr xist ku yek ji wateyên mezin ên sporê aştî ye.
Serokê berêyê Kulûbê Metîn Kilavûz û endamên rêveberiya berê ya kulûbê tevlî komcivînê bûn. Di kongreyê de spasiya serok û rêveberên berê, Serokê Konfederasyona Spora Amator a Amedê Remzî Dayan û her kesê ku ji bo kulûbê ked dane, hate kirin. Hevserokê Kulûbê Îhsan Avci jî bal kişand ser feraseta sporê û girîngiya wê ya ji bo hestiyariya civakê.
Di encama pêşniyarên hate kirin de biryar hate dayin ku navê kulûbê bê guhertin û bibe “Amedspor” û li ser logoya Amedsporê Sûrên Amedê û serê du teyrên baz hene.
Ji bo rêveberiya nû ya Kulûba Amedsporê Îhsan Avci, Semra Budak, Mahmut Dag, Sinem Çiçek, Abdulvahap Saçaklidir, Yilmaz Demîr,Umît Mercan, Yuksel Kaya, Mehmet Arslan, Alî Karakaş, Abdulkerîm Unver, Bulut Ayana, Abdullah Sevînç, Cabbar Leygara ve Selahattîn Dînç hatin hilbijartin. Onder Tekîn, Erdal Gungor, Şeyhmus Onal, Danyal Barçîn, Adnan Zengîn, Osman Fîdan û Serdar Tekke ji bo desteya rêveber a alîkar hatin hilbijartin. Ji bo Desteya Çavdêriyê ya Daîmî Mehmet Zekî Bagcik, Yilmaz Dunen, Emin Akyapi hatin hilbijartin.
KULÛP XWEDÎ KEVNEŞOPIYEKE 38 SALANE
Kulûba Belediyesporê 18.8.1976 bi navê Melikahmetspor ket nava cîhana sporê. Sala 1966 navê xwe guhert û bû Kulûba Dîskîspor a Şaredariya Mezin a Amedê, sala 2010 bû Kulûba Belediyespor Şaredariya Mezin a Amedê.