‘Baxçeyên Hewselê ya gel e, em rênadin talanê’

Ekolojîst Guner Yanliç bal kişand ser Baxçeyên Hewselê yê di nava Lîsteya Mîrasê Çanda Cîhanê UNESCO’yê de ye, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di bin navê ‘Baxçeyê Millet’ de dixwaze vî mîrasê çandî tine bike.

Baxçeyên Hewsel ên bi qasî 700 hektar li Geliyê Dîcle ku dikeve başûrê rojhilatê Amedê, hem xwedî cihê keskahî, bi dar û çavkaniya jiyanê û hem jî bûye yek ji sembolên Amedê. Çemê Dîcle, Baxçeyê Hewsel, dîsa Pira Deh Derî û Çiyayê Kirklar hevdû temam dikin. Dagirkeriya Baxçeyên Hewsel a xwedî dîrokekî 8 hezar salî ye, bi destê AKP’ê didome. Di çarçoveya projeya ‘Sulava Fîskaya’ a beşa yekem a ji ‘Projeya Çemê Dîcle’ ku ji aliyê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve Gulana 2011’an û vir ve destpêkiriye. Têkildarî kafeteryaya ku beşek mezin ê wê temam bûye, Hevseroka Bajarê Mezin a Amadê Gultan Kişanak gotibû: ‘Gel bixwaze dikare hilweşîne’ proje da rawestandin. Di sala 2016’an de qeyûmê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Cûmalî Atîla hatibû wezîfedarkirin, ji nû ve proje xiste meryetê û li cihê ku Sulava Fîskaya lê ye, çêkirina kafeyê didomîne.

Kiryarên hikûmeta AKP’ê ya li ser Baxçeyên Hewselê bê navber dewam dikin. AKP a di demê dawî de bi hinceta ‘Baxçeyê Millet’ Baxçeyên Hewselê vegerandiye rantê, rê li ber nerazîbûnê gel vekir. Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Yanliç bibîr xist ku Baxçeyên Hewselê di Lîsteya Mîrasê Çandê yê Cîhanê UNESCO’yê de ye û diyar kir ku AKP û sermayeya wê êrîşî Baxçeyên Hewselê dikin. Yanliç diyar kir ku êrîş bê navber didomin û ev got: “Di bin navê piştevaniya bi sektora turîzmê re û dîsa bi taybet di bin navê ‘Baxçeyê Millet’ de, bi temamî ji bo polîtîkayên xwe bixin meryetê tesîsan didin avakirin û qadên tenê ximzeta sermayeyê bikin didin vekirin. 6 salan Fîskaya ya ku şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) betalkirin û rê li ber nerazîbûnên gel û rêxistinên civaka sivîl vekirin, ji bo bazirganiyê kafeyê vedike da rawestandin. Bi taybet piştî dagirkeriya qeyûman û şûnde, hemû heyînên Şardariyan û şaredariyên navendê li saziyên alîgir hatin parvekirin. Ji bo komên alîgir nirxên wan zêde bibin, karê kafeteryayê ya li fîskayayê pêşkêşî komên sermayedar ên alîgir hatin kirin.Di rewşa heyî de berî 6 salan li Baxçeyên Hewselê mîzek nehatî lêdan, UNESCO wê biryareke wiha qebûl neke.

 ‘EM RÊ NADIN KU ZIYANEK BIGIHÊJE BAXÇEYÊN HEWSELÊ’

Yanliç wiha domand: “Ji bo xebatên kafeya li Baxçeyên Hewselê îro jî xebat bê navber didomin. Li gel vê li cihê herî hişk ê vê derê xebatên çêkirina avahiyekê jî didomin. Ji ber ku ziyanê wê bidin vê herêmê em ekolojît li ser vê mijarê daxwaza bi lezgîn a rawestandina xebatan dikin û rê nadin ku ziyan bigihêje Hewselê.”

‘RAYA GIŞTÎ YA HESTYAR VEDIXWÎNIN ERKÊ’

Yanliç got: “Ji bo vê rewşê raxin ber çavan, divê desthilata Navendî û saziyên civaka sivîl ên herêmî li hev bicivin” û wiha pêde çû: “Divê bi lezgîn li hember şaşîtiyên rêveberiyên herêmî bên rawestandin. Baxçeyê Hewsel ê himêza xwe ji gelek mîrasên çandî yên di bin sêwana parastina UNESCO’yê de digire, ya gel e. Bang li hemû raya giştî ya hestyar dikin, ji bo pêşiya vê talanê bê girtin bi erka xwe rabin. Têkildarî vê mijarê daxwaz ji hemû saziyan dikin ku hesasyeta pêwîst nîşan bidin.”