Banga beşdariya li doza KURDÎ-DER’ê
Banga beşdariya li doza KURDÎ-DER’ê
Banga beşdariya li doza KURDÎ-DER’ê
Ji bo rûniştina doza girtina KURDÎ-DER a Êlihê ya sibê, serokê komeleyê Şehmûs Aslan banga beşdariyê kir.
Doza ku ji aliyê 2. Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê ve ji bo girtina KURDÎ- DER a Êlihê bi îdiaya ‘têkiliya wan bi PKK û KCK’ê re heye û li gorî birdoziya wan tevdigeriya ye’ hatibû vekirin dê sibê bê dîtin.
Serokê KURDÎ-DER’a Êlihê Şehmus Aslan der bare dozê de agahî da û diyar kir ku doza ku li wan hatiye vekirin ti aliyên wê yên hiqûqî nîne û divê ev biryar were xirakirin. Aslan da zanîn ku divê hemû kes beşdarî vê dozê bibin û got: “Em bang li hemû gelê Êlihê û rêxistinên demokratîk dikin ku pişgiriyê bidin saziya xwe. Em hêvî dikin ku dadgeh biryarek şaş nede û ji biryara xwe ya girtinê paş de gav biavêje. Em tenê li ser zimanê kurdî xebatan dikin, nikarin me bi tiştek din tewanbar bikin. Em tişta herî rewa ya gelan ango zimanê wan pêş ve dibin.”
Parêzer Eyup Şahîn jî destnîşan kir ku di gilînameya ku hatiye amadekirin de ti tiştek tineye û wiha axivî: “Ti delîlên berçav ên der barê dozê de nîne. Ji ber vê dema mirov li dosyaya dozê dinêre ti tiştek tineye, tenê îdiayek ji rêzê heye û em hêvîdarin ku dê dozger îro biryara vekirinê bide.”