Bandora şênkahiyê li ser xirecirê

Li gorî lêkolîneke ku li Swîsreyê hate kirin, şênkahî erênî yan jî neyînî bandorê li ser xirecirê dike.

Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Laboratûwara Lêkolînê û Ceribandina Materyalan a Federal (EMPA), li herêmekê şênkahî çiqasî zêde be, xireciriya balafiran mirovan bêhtir aciz dike.

Lêkolîn li ser 5 hezar kesî hate kirin. Li gorî lêkolînê, li qadên şênkahî, xireciriya li ser rûyê erdê ji ya hewayî kêmtir mirovan aciz dike. Di lêkolînê de hate ragihandin ku li qadên şênkahiyê, xireciriya rêyên bejahî û hesinî, kêmtir mirovan aciz dike.

Li gorî encamnameya lêkolînê ku sala 2019'an hate kirin, park û qadên şênkahî dike ku xirecirî kêmtir bê dîtin. Mirovên li malên nêzî van qadan diyar dikin ku ji xirecirê kêmtir aciz dibin.