ABDEM: Li çar aliyên Ewropayê komkujiyê şermezar bikin
Nerazîbûnên li hember êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga Amedê didomin.
Nerazîbûnên li hember êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga Amedê didomin.
Nerazîbûnên li hember êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga Amedê didomin. Di daxuyaniya li ser navê pêkhateyên ABDEM’ê wiha hat gotin: “Em wek pêkhateyên ABDEM’ê heta weke îro ji niha û pê ve jî em li rex têkoşîna HDP û hêzên demokrasiyê ya bi hestyariyeke mezin û berpirsyar tevayî provokasyonan vala derdixin û bendan hildiweşînin.”
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (ABDEM) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa bombeyî ya duh li hember mîtînga HDP’ê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku berpirsyarê êrîşê Serokkomarê Tirkiye R. Tayyîp Erdogan e û wiha hat gotin: “Ji kêliya ku xeyalên seroktiyê yên Serokkomar lewaz bûn li hember HDP’ê êrîşên bi plan û bi bername destpê kirine.”
ABDEM ji gelê Amedê û tevayî gelan re sersaxî xwest û ji birîndaran re şifa xwet. Hat diyarkirin ku ev êrîş ne tenê li hember gelê Amedê li hember aştî, demokrasî û tevayî gelan pêk hatiye.
ABDEM got: “Em wek pêkhateyên ABDEM’ê heta weke îro ji niha û pê ve jî em li rex têkoşîna HDP û hêzên demokrasiyê ya bi hestyariyeke mezin û berpirsyar tevayî provokasyonan vala derdixin û bendan hildiweşînin.”
ABDEM bang kir ku li çar aliyên Ewropayê vê komkujiyê şermezar bikin, rûyê qetlîamker ê AKP’ê di nav gelên Ewropayê de teşhîr bikin.