Şaredara 10’emîn a Parîsê: Em bi Kurdan re têkoşîna hevpar dimeşînin

Di çarçoveya çalakiyên bîranînê yên ji bo komkujiyên Parîsê de bi malovaniya 10’emîn Şaredariya Parîsê derbarê pêvajoya hiqûqî ya komkujiyan de agahî hatin dayîn. Alexandra Cordebard got, “Em bi Kurdan re têkoşîna hevpar dimeşînin.”

Çalakiyên bîranînê yên ji bo 6 şehîdên ku li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li avahiya Şaredariya 10’emîn a Parîsê civîn hate lidarxistin. Di civînê de lêgerîna edalet û heqîqetê ya derbarê komkujiyan û pêvajoya hiqûqî hate nîqaşkirin.

Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard, ji Belçîkayê Parêzer Selma Benkhelifa, Parêzer Christian Chariere Bournazel, Parêzer Slyvie Boitel, siyasetmedarên Fransizî, parêzerên dozê, parêzerên ji Îtalya û Galiçyayê hatin, malbat, nûnerên saziyên Kurdan û gelek kes beşdarî civînê bûn.

‘EM BI KURDAN RE TÊKOŞÎNEKÎ HEVPAR DIMEŞÎNIN’

Sara Marscha moderatoriya panela ku di çarçoveya biranînê de hat lidarxistin kir. Şaredara 10’emîn a Parîsê Alexandra Cordebard axaftina vekirinê kir û çalakiya bîranînê ya vê siharê pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Em di çalakiya bîranînê de bi hev re bûn, ez keyfxweş im ku em bi hev re ne. Di Şaredariya 10’emîn a Parîsê de bi we re jiyan kirin ji bo me şanazî ye.” Alexandra Cordebard bi bîr xist ku ew bi Kurdan re têkoşînekî hevpar dimeşînin.

‘HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE ASTENGIYA LI PÊŞIYA EDALETÊ YE’

Cordebard wiha got: “Ez vê êşê ku 12 sal in bi me re ye bi we re parve dikim. Em ê daxwaza xwe ya edaletê bidomînin. Edalet xwedî girîngiyekî mezin e. Mijara din jî, em di bîranînên xwe de berxwedanekî hevpar dijîn û pêş dixin. Dîsa em hevkariyên hikûmetên Fransî yên bi dewleta Tirk re dizanin. Ev hevkarî astengiya li pêşiya edaletê ye û berpisyariyeke girîng e ku em vê astengiyê derbas bikin.”

‘DIVÊ EM BIHÊLIN KU KURD BI NIRXÊN XWE BIJÎN’

Alexandra Cordebard wiha got: “Qurbaniyên ewil ên vê tundî û bêedaletiyê jin in. Êrîşa li ser Kurdan êrîşa li ser jinan e. Divê em bihêlin ku jin bi taybetî jî jinên Kurd bi nirxên xwe yên cewherî bijîn. Têkoşîna jinan ku li Îran, Tirkiye û Sûriyeyê dewam dike, pir girîng e.”

Parêzer Sylvie Boitel, diyar kir ku ew ji şehîdên Parîsê Rojbîn ji nêz ve nas dike û xemginiya xwe anî ser ziman. Sylvie Boitel derbarê pêvajoya dozê ev agahî dan: “Maseya antî terorê li dozê nêrî û bersûcê komkujiyê piştre mir. Me ne zanî ku kujerên rastîn kî ne. Em dizanin ku di dozên wiha ên siyasî de doz ji demê re tê hiştin û me di vê dozê de ev yek dît û em dibînin jî.”

Sylvie Boitel, îşaret bi helwesta neyînî ya Fransayê li dijî welatparêzên Kurd kir û destnîşan kir ku kesên statuya wan a penaberiyê hatiye dayîn jî tên dersînor kirin.

Piştre Christian Charriere Bournazel axivî û got, "Weke gelek Fransiyan ez jî yekî ku di nava têkoşîna Kurdan de me. Ez endama şaristaniya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn nehiştiye Kurd bi çand, ziman û dîroka xwe bijîn im. Ez bandor dibim ku tiştekî wisa çawa dikare were serê Kurdan. Ji ber vê yekê ez difikirim ku heke 'mafê neteweyan heye ku çarenûsa xwe bi dest bixin' çima Kurd çarenûsa xwe diyar nakin.” Bournazel anî ziman ku dozgeriya terorê li dosyaya Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn nenihêrî.

'QANÛN JI BO KURDAN DERBAS NABE’

Parêzerê CDK-F'ê Delîl Andîç diyar kir ku di dozên ku Kurd mexdûr bûne de pênaseya terorê nehatiye kirin. Andiç bi bîr xist ku dozgeriya terorê derbarê Kurdên ku li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê çalakî li dar xistin, lêpirsîn vekir lê kesê ku 3 Kurd qetil kir, tevî îfadeyên xwe yên siyasî jî dozgeriya terorê lêpirsîn venekir û got, "Ev rewşeke durû ye. Ji bo Kurdan qanûnek cuda tê sepandin. Tevî daxuyaniyên siyasî jî komkujî di çarçoveya terorê de nehat lêpirsînkirin.”

LÊGERÎNA HEQÎQET Û EDALETÊ

Li ser navê TJK-E Zîlan Diyar axivî û diyar kir ku girîng e pêvajoya dozê bi dostên Kurdan ên Fransî re were nîqaşkirin. Diyar bal kişand ser girîngiya têgînên heqîqet û edaletê û got, "Dema heqîqet û edalet pêk nayê, êşa wê ewqasî girane ku; ji ber vê yekê me xwe spart van gotinên bi hêz. Peyva heqîqetê ev 12 sal in di hemû xebatên me de di her çalakiyê de mederbas dibe.”
 

'TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ MEZIN DIBE'

Diyar destnîşan kir ku lêgerîna edaletê bi çalakiyên 9'ê Çileyê re dewam dike û wiha domand: “Ji ber vê têkoşînê ez spasiya gelê me dikim. Di 9'ê Çileya 2013'an de me êşên mezin kişandin. Tevgera jinan got 'Em ê ji vê êşê bi hêz derkevin’. Ji sala 2013'an û vir ve em vê yekê pêk tînin. Bi taybetî jin kirin hedef. Ji bo têkoşîna azadiyê tine bikin jinan hedef girtin, lê ev plan bi ser neket. Berovajî têkoşîna jinan mezin bû."

Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.