9. Festîvala Heskîfê destpê kir

9. Festîvala Heskîfê destpê kir

9. Festîvala Çand û Hunerê ya Heskîfê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê lidarxistin, bi dirûşma 'Em bi çand û hunerê re ber bi pêşeroja azad ve dimeşin' tê lidarxistin, bi merasîma danîna hîmê Navenda Çandê ya Êlihê destpê kir.

Merasîma hîmdanînê, bi beşdariya Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endama Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Melîha Varişli, Cîgirê Şaredar Serhat Temel, Şaredarê berê yê Êlihê Huseyîn Kalkan, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, pêkhateyên DOKH'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û mêvanên ji derveyî bajêr hatin, li ber dahol û zirne bi gerandina govendê pêk hat.

Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel li merasîmê peyivî û da xuyakirin ku gelên ji bo azadî û nasnameyê têkoşiyan e herî zêde bi polîtîkayên çand û hunerê hebûna xwe parastine û got, "Em jî bi vîn û hêza ji hevneşopiya xwe ya siyasî wergirin, piştî ku şaredariyên me cara yekemîn di sala 1999'an de ket destê gel, em li ser vê bingehê polîtîkayên çand û hunerê dimeşînin."

Cîgirê Şaredar Temel diyar kir ku Orkestra Heskîfê, Şanoya Bajêr, Rojên Wêjeyî û Şano, Rojên Sînema yên Yilmaz Guney û Festîvala Çand û Hunerê ya Heskîfê ku îsal a 9. tê lidarxistin, nîşaneyên polîtîkayên çandê yên bajêr in û got, "Ev navenda çandê ya ku emê niha hîmên wê deynin, li qada ji 2 hezar metrekareyî, bi herêmeke hezar û 250 metrekareyî ya girtî û bi berdêla xwe ya ji 2,5 mîlyonî dê xizmetî vê polîtîkaya me bike. Di nava vê navenda çandê de wê dika şano ya ji 350 kesî, kargehên hunerê, kûrs û salonên ku ciwanên me karibin xwe tê de îfade bikin, wê hebin."

9. Festîvala Çandê ya Heskîfê dê êvarê bi konsera vekirinê ya li Xaçerêya Basin (Çapemeniyê) dewam bike.